Platforma Piştevaniya bi Karkerên Balafirgeha 3’yemîn re hat avakirin 2018-10-08 16:23:55   STENBOL - Gelek nûnerên partiyên siyasî, sendîka û ronakbîran Platforma Piştevaniya Bi Karkerên Balafirgeha 3’yemîn re ava kirin.    Gelek nûnerên partiyên siyasî, sendika û ronakbîran, li avahiya Şaxa Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Endezyar a Tirkiyeyê (TMMOB) Stenbolê daxuyanî dan û  “Platforma Piştevaniya Bi Karkerên Balafirgeha 3’yemîn re” îlan kirin.   Pankarta “Li dijî zilm û bêedaletiyê piştevanî û karkerên înşaetê ne kole ne” bi salona civînê ve kirin. Parlamenterên HDP’ê yên Huda Kaya, Serpîl Kemalbay, Ali Kenanoglu, nivîskar îlahiyatnas Îhsan Elîaçik, gelek nûnerên partiyên siyasî, sendîka û rêxistinên demokrat beşdarî civînê bûn.    Di civînê de Sekreterê Giştî yê Dev-Yapi-Îş Nîhat Demîr axivî û wiha got: “Bi salane ji bo ku em sermayeya desthilatdaran zêde bikin, windayan didin. Em kuştin, girtin û binçav kirin. Ji ber hişmendiya ‘zarok be jî jin be jî ya pêwîst emê bikin’ Tirkiyey îro divê rewşê deye. Em hemû şerên desthilatdaran ên li ser vê axê red dikin. Emê tu carî van êrîşan qebûl nekin.”   ‘GIRTINA KARKER Û SINDÎKAYAN BERDEWAM DIKE’   Endama Komîsyona Ekolojî ya HDP’ê Beyza Ustun daxuyanî xwend û wiha got: “Girtînên piştî berxwedanan Balafirgeha 3’yemîn berdewam dikin. Nêzî 600 karkeran binçavkirin. 5 rêveberên DÎSK’ê û 3 karker girtin. Bi van girtinan qanûna bingehîn binpêkirin. Ji bo ku em mafê karkeran biparêzên me Platforma Piştevaniya Bi Karkerên Balafirgeha 3’yemîn re ava kir. Emê bi her awayî piştevaniyê bidin karkeran û şopdarên daxwazên wan bin. Platforma me ji hemû kesan re vekiriye.”