Parêzvana mafên mirova Geylanî hat girtin 2017-10-24 16:16:54 ANTALYA – Aktîvîsta mafên mirova Meral Geylanî ya ku di 12’ê Cotmehê de li Antalyayê hatibû binçavkirin hat girtin.  Aktîvîsta mafên mirova Meral Geylanî di 12’ê Cotmehê de li Antalyayê di operasyonekê de hatibû binçavkirin. Piştî kar û barên li Miduriyeta Polîsan Geylanî sewqî edliyê hat kirin. Piştî îfadeyên Geylanî li dozgeriyê hatin girtin, bi îdiaya “Endama rêxistinê ye” û bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Darizandinê hat kirin.    Piştî li Dadgeha Darizandinê îfadeyên Geylanî hat girtin şandin girtîgehê.