Başkaya: Ev rejîm kesên cuda difikirin xayîn nîşan dide 2018-10-08 14:29:15   ENQERE - Nivîskar Fîkret Başkaya, bertek nîşanî binçavkirina Nivîskar Temel Demirer da û wiha got: “Ev rejîm kesên cuda difikirin wan wekî kesê xayîn dibîne. Hunermend, rewşenbir û nivîskarên herî hêja ji ber cuda fikirîne û nerînên xwe anîne ziman ew avêtine hepsê û di hepsê de rizandine. Mahkûmî birçîbûnê kirine û sirgûn kirine."    Di çarçoveya operasyona Serdozgerê Komarê yê Enqereyê de Nivîskar Temel Demirer li mala xwe ya Stenbolê hat binçavkirin. Demîrer piştî hat binçavkirin anîn Enqereyê. Temel Demîrer hêj li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê ye. Gelek rewşenbir, parazvanên mafên mirovan û nivîskar ji bo Demirer li Yekitiya Mulkiyeliyan civîna çapemeniyê pêk anîn. Hewldana Azadiya Ramanê ya Enqereyê û Hewldana Hunermen û Rewşenbiran civîn pêk anî. Di civînê de nivîskar Fikret Başkaya û Îsmail Beşikçî, Hevserokê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Endama Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabibên Tirk (TTB) Selma Gungor, Hevserokê Giştî yê SES'ê Îbrahim Kara, Sekreterê Giştî yê TİHV'ê Metin Bakkalci û Parlamenterê HDP'ê yê Edeneyê Rıdvan Turan amade bûn. Nivîskar Fîkret Başkaya bertek nîşanî binçavkirina Temel Demirer da û wiha got: “Dema binçavkirin destûr nedan ku îlacên xwe bi xwe bibe. Piştî binçav kirin teslîmî yekîneyên Enqereyê kirin. Tevî ku 24 saet derbas bû jî hêj di bin çavan de tê girtin. Nedana îlacalan li dijî hiqûq û mafê mirovan e. Her kes dizane ku Temel Demirer di 4'ê Cotmehê de tev li şahiyekê bûye.    EM DEMÎRER BI TENÊ NAHÊLIN'   Başkaya, anî ziman ku ev rejîm kesên cuda difikirin wan wekî dijmin û xayîn îlan dike û wiha bi dawî kir: "Ev rejîm kesên cuda difikirin wan wekî kesê xayîn dibîne. Hunermend, rewşenbir û nivîskarên herî hêja ji ber cuda fikirîne û nerînên xwe anîne ziman ew avêtine hepsê û di hepsê de rizandine. Mahkûmî birçîbûnê kirine û sirgûn kirine. Lê tevî hemû van xeztan nekarîne wan ji têkoşîna azadi, wekhevî û demokrasiyê dûr bixe. Wekî Kapitalizm nayê reforme kirin, bi devletê jî ehlî habe. Temel Demirer tu carî ne bi tenê ye."    Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî bal kişand ser guhertinên OHAL'ê û wiha got: "Em dibînin ku hêza leşker û polîsan li ser hekîm û dozgeran çiqas zêde ye. Di serdema darbeyê de jî dîmenek wisa neket pêş me. Hemû sûcdariyên li ser Temel Demirer di çarçoveya azadiya ramanê de ye. Em dixwazin bi lez Demirer serbest berdin."