Heyeta Swîsreyî li pirsgirêka kurd guhdar kir 2018-10-08 10:56:19   AMED – Heyeta Swîsreyî ya ji akademîsyen û siyasetmedaran pêk dihat, nûnerên sazî û siyasetmedarên kurd ziyaret kirin. Heyet ji têkoşîna jinan bigire heta pirsgirêka kurd û aboriyê li ser gelek mijaran hevdîtinan pêk anîn. Heyetê aşkere kir ku dê van hevdîtinên xwe bi raya giştî ya Ewropayê re parve bikin.    Komîteya Piştevaniya bi Kurdistan û Sûriyeyê ya li Swîsreyê, piştî xebatan heyetek şand bajarên herêmê. Heyeta ji kesê zane, akademîsyen û siyasetmedaran pêk dihat ewil li Stenbolê dest bi hevdîtinên xwe kirin û pişt re hatin bajarên herêmê. Heyeta ji profesorê sosyalojî û kesê zana nivîskar Uelî Mader, ji avakarê Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (VPOD) û Serokê Meclîsa Aştiyê Ruedî Tobler û Parlamenterê Partiya Demokrata Sosyal a Meclîsa Federal û Berpirsê Partiyê yê Têkiliyê Derve Fabian Molina pêk dihat. Heyet ewil li Stenbolê tev li danişîna Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag bû û pişt re bi parêzvanê mafê mirovan Şebnem Korur Fincanci, Eren Keskîn, Gulseren Yolerî, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu re têkildarî çalakiyên Dayikên Şemiyê û binpêkirina mafê mirovan hevdîtin kirin.    Heyet piştî hevdîtinên li Stenbolê berê xwe da Mêrdînê û ewil bi siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk re li ser geşedanên dawî û astengiyên li pêşiya çareserkirina pirsgirêka kurd hevdîtin pêk anî. Heyet dû re derbasî Edliyeya Mêrdînê bû û tev li danişîna doza hevşaredarên Qoserê Leyla Salman û Îsmaîl Asî yên girtî tên darizandin bûn.    LI SAZIYAN GUHDAR KIRIN    Heyet pişt re jî hat Amedê û bi sazî û kesayetan re hevdîtin pêk anî. Heyet ewil ji bo têkoşîna jinên kurd fêr bibe û balê bikişîne ser xebatên jinan bi Tevgera Jinên Azad (TJA) re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de aktîvîstên TJA’yê Ayşe Gokhan û Fîlîz Buluttekîn heyetê pêşwazî kirin. Gokhan bi berfirehî behsa xebat û têkoşîna TJA’yê ji heyetê re kir.    Heyetê bi Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Şaxa Sendîkaya Perwerde û Zanistî ya Kedkaran (Egîtim Sen), Akademîsyenên Aştiyê û xebatkarên e-rojnameyê re hevdîtin pêk anîn. Heyetê piştî serdanan jî navçeya Sûrê ya bi mehan bû cihê pevçûnan ziyaret kirin.    BAL KIŞANDIN SER PIRSGIRÊKA KURD    Heyet ji bo di warê binpêkirina mafan de çi diqewime, çima parlamenter, hevşaredar û siyasetmedar girtî ne, li bajaran çi qewimî û pevçûn çima diqewimin û asetengiya li pêşiya çareseriya pirsgirêka kurd çi ye fêr bibe hevdîtinan pêk anî û di hevdîtinan de jî balê kişand ser van mijaran. Heyetê di warê pirsgirêkên civakî, siyasî, aborî û jinan de jî lêkolîn pêk anî û bi saziyan re dan û sitend.    Heyetê ji saziyan re piştevaniya xwe ya ji bo parlamenter, hevşaredar û siyasetmedarên girtî re aşkere kir. Heyetê anî ziman ku di van hevdîtinan de lêkolînên bi dest xistine dê bi rapor ji raya giştî ya Ewropayê re aşkere bikin.    Heyet piştî hevdîtinên pêk anî ji Amedê veqetiya û vegeriya Swîsreyê.