Prof. Dr. Goregenlî: Li Sûrê binpêkirina mafan dewam dike 2018-10-08 09:11:18 AMED – Prof. Dr. Melek Goregenlî ya ku bi komek berfireh re li Sûrê lêkolînên qadê kirin got: “Piştî li Sûrê şer xelas bû jî di her warî de binpêkirina mafê mirovan pêk tê.”  Parêzerên stajyer ên Baroya Amedê û derûnnasan ji bo malbatên ji ber pevçûnan ji navçeya Sûrê derketin lêkolînek berfireh a qadê pêk anîn. Lêkolîn li ser zarok û malbatan pêk hat. Prof. Dr. Melek Goregenlî ya xebatê birêve dibir diyar kir ku wan bi 561 malbatê re hevdîtin pêk anîne û armanca wan ew bûye zarok ji pevçûnan çawa bandor bûne û binpêkirina mafan pêk hatine çi ne.    Goregenlî anî ziman ku di warê binpêkirina mafê zarokan de bipêkirinek herî giran pêk hatiye û got: “Li ser zarok û malbatên Sûrê hêj rewşa derûnî zindî ye. Qewimandinên li Sûrê hêj taze ne. Şert û mercên şêniyên ji Sûrê gellek xerab e. Ji bo encamên derketin holê gel ji ser xwe biavêje şert ne başin. Şert bidawîkirina rewşa derûnî zehmet dike. Barê giran ê pevçûnê herî zêde li ser milê jinan bû. Jin di bin zextên giran de bûne. Ji ber ku her tim jin û zarok li malbûne zoriyek mezin kişandine. Li dijî Sûrê xemsariyek heye. Hêj astengî, zor û dijwarî li Sûrê heye. Mirov bi çavek bêçare li Sûrê dinêrin. Tiştên ji bo Sûrê bên kirin hene. Divê xwedîderketin di asta herî jor de pêk were. Lê tişta li er çavan e hêj binpêkirina mafan li Sûrê pêk tê û dewam dike.”    MA/ Lezgîn Akdenîz