Balafirgeha Şerafettîn Elçî veguherandin baregeha eskerî 2018-10-08 09:05:51 ŞIRNEX – Balafirgeha Şerafettîn Elçî veguherandin cihê sewqiyata eskerî û her wiha li balafirgehê baregeha helîkoptêr û ÎHA jî hat avakirin.  Balafirgeha ku navê siyasetmedarê kurd Şerafettîn Elçî lê kirin û di tîrmeha 2013’an de li ser rêya navçeyên Cizîr û Hezexê hat vekirin, veguherandine balafirgeha eskerî. Derdora balafirgehê bi temamî bi blokên beton hatin dorpêçkirin.    BALAFIRGEHÊ KIRIN BAREGEH    Ewlehiya taybet, polîs  û esker li ber balafirgehê ne û ewlehiya wê digirin. Helîkoptêr ji bo rabûna helîkoptêr û Maşîneyên Hewa yên Bêmirov (ÎHA) kirin cihê pîstê. Hat zanîn ku li balafirgehê sitargeh jî hatine çêkirin û ev balafirgeh bi temamî bûye cihê baregeha eskerî. Hat zanîn ku piştî Wan, Batman û Xarpêtê demek beriya niha bi demek kurt balafirgeha Şerafettîn Elçîn jî êdî ji bo rabûn û danîna maşîneyên eskerî ketiye meriyetê.    BÛYE CIHÊ SEWQIYATA ESKERΠ   Her wiha hemû sewqiyata eskerî ya li herêma Botanê li vê balafirgehê tê kirin.    Çavkaniyek herêmî yê nexwest navê xwe bide demek beriya niha gotibû balafirgehê ji bo balafirên şer lê rabin tê amadekirin.