Malbata Tilaver cenazeyê xwe 8 meh şûnde wergirtin 2017-10-24 15:38:30   ŞIRNEX - Cenazeyê Îsa Tilaver ê li Cizirê di jêrzemînan de hat qetilkirin, piştî 8 meh şûnde teslîmî malbatê kirin. Malbatê cenazeyê kurê xwe ji goristana bêkesan derxistin û dê bibin Bazîdê defin bikin.   Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê qedexeya derketina kolanan, di navbera 12'ê Adara 2015'an û 2'ê Adara 2016'an de berdewam kiribû. Di qedexeya derketina kolanan de zêdeyî 100 welatiyên di jêrzemînê de asê mabûn bi tang û topan hatibûn qetil kirin. Cenazeyên gelekan ji ber perçe bûbûn nehatibûn naskirin û li gorên bêkesan hatibûn defin kirin. Yek ji kesê di jêrzemînê de hat qetil kirin Îsa Tilaver bû. Malbatê li gel ku serî li rayedaran dabû jî nekaribûn cenaze bigirin. Malbatê piştî mînaka DNA dan 8 meh şûnde cenazeyê kurê xwe ji Goristana Bêkesan a li Sîlopyayê derxisitn. Malbatê cenaze ji gora bêkesan derxistin û dê li navçeya Bazîrê ya Agiriyê defin bikin. Dema malbatê cenaze derxistin polîsan tedbîrên gelek mezin girtin.