7 sal û 6 meh ceza li Hevşardar Çapanoglu birîn 2017-10-24 14:50:42 AMED – Dadgehê li Hevşaredara Gêlê Petek Elyusa Çapanoglu 7 sal û 6 meh ceza birîn û biryara girtina wê dan.  Rûniştina doza duyemîn a Hevşaredara Gêlê ya DBP’ê Petek Elyusa Çapanoglu ku dema delegeya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bû di navbera 2009-2014’an de bi hinceta beşdarî 18 daxuyaniyan û meşan bûye bi îdîaya “Endama rêxistinê ye” ji 7.5’an heta 15 salan ceza dihat xwestin hat dîtin. Doz li Dadgeha Cezayê Giran a 5’êmîn a Amedê hat dîtin. Çapanoglu a ne girtî dihat darizandin beşdar nebû û parêzerê wê amade bû.  Dozger der barê dozê de nêrîna aşkere kir û xwest Çapanoglu ji sûcê “Endamtiya rêxistinê” bê cezakirin. Parêzerê Çapanoglu Cabbar Leygara parastina muwekîla xwe kir û berata wê xwest.    Piştî parastinê heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kir û bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh ceza li Çapanoglu birî. Dadger der barê Çapanoglu de biryara girtinê da.