Doza Kemal Kurkut di 14'ê Kanûnê de ye 2017-10-24 14:44:56 AMED - Ciwanê bi navê Kemal Korkut ê dema diket qada Newrozê bi guleya polîsan hatibû qetilkirin, doza der barê cînayeta Korkut de di 14'ê Kanûnê de bê dîtin. Dadgehê der barê polîsê bersûc de biryara girtinê da. Kemal Korkut ê di 21'ê Adarê de ji bo pîrozkirina Newrozê ji Meletiyê hatibû Amedê, li ser Kolana Evrîm Alataş a diçe Parka Newrozê bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest dabû. Waliyê Amedê yê wê demê Huseyîn Aksoy Korkut wekî "Bombeya zindî" dabû nîşan. Doza ku der barê polîsê Y.Ş. de hatibû vekirin dîroka wê diyar bû. Îdianameya ku piştî 7 mehan ji hêla Serdozgere Komarê yê Amedê ve hat vekirin, der barê polîs Y.Ş. de bi sûcdariya "dibe bi zanebûn" kuştibe cezayê heta hetayê xwest. 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di zapta tensîpê de der bare Y.Ş. de biryara girtinê derxist.   Dadgehê xwest ka kesên bi navê Cîhan Kurkut, Secan Kurkut, Ercan Kurkut, Ferhat Kurkut, daxwaza wan a tevlêbûnê heye an na, biryara nivîskî da û xwest 60 polîsên li noqteya polîsan a Hejmar 4 sekinîne jî îfadeya wan bê guhdarkirin. Ji ber ku polîsê bersûc cezayê wî li ser 5 salan re ye, dadgehê xwest Baroya Amedê ji bo wî parêzer bişîne.   Parêzera malbata Korkut Reyhan Yalçindag da zanîn ku dibe polîsê bersûc bandorê li ser şahidan bike û dibe ku bireve, dê ji dadgebê biryara girtina wî bixwaze.