KCD’ê Berhem Salih pîroz kir 2018-10-04 13:37:59   AMED – KCD’ê bi peyamek weşand bijartina Berhem Salîh a ji bo Serokomariya Iraqê pîroz kir.     Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo hilbijartina Serokomarê Iraqê yê nû Berhem Salih peyamek weşand û ew pîroz kir.    Peyama KCD’ê wiha ye:    “Birêz Berhem Salih bi dengekî mezin wekî Serokomarê Iraqê yê nû hat hilbijartin û em bîrêz Salîh pîroz dikin. Em di wê baweriyê de ne ku dê Bîrêz Berhem Salîh ew rol û rista xwe ya bicîhanîna demokrasî û azadiyê dê bilîze. Serokomarê berê û Lîderê YNK'ê Birêz Celal Talabani demeke dirêj li Iraqê wekî serokomareki serkeftî peywîra xwe bi cîh anî. Li Iraqê ji bo yekitiya hemû gel, bîr û bawerî yên li Iraqê dijîn xebateke mezin meşand. Birêz Talabanî bi xebata xwe nîşanî her kesî da ku Kurd dikarin Iraqeke demokratik were avakirin. Dawiyê ev peywîr ji hêla Birêz Fûad Masûm ve hat meşandin û herî dawî bi hilbijartina Birêz Berhema Salih ev peywîr dê bidome. Divê were zanin ku hilbijartina Birêz Berhem Salih ji bo hemû gel, bîr û baweriyên li Iraqê dijîn şenseke mezin e.   Birêz Berhem Salih ê ku bû serokomarê Iraqê di pêşketîna azadî û demokrasiya Iraqê de rol û rista dikeve ser milê xwe dê pêk bine. Em di wê baweriyê de ne ku di serî de gengeşiya di navbera Şiî û Sunnî û hemû nasname û baweriyên cuda yên li Iraqê dijîn ji hole rake û di nava gelan de dê jiyana hevpar ava bike.   Li Rojhilata Navîn hewceyî bi kesayetên ku dê hemû civak û olên cuda temsîl bike, pirsgirêkan çareser bike û yekitiyeke demokratîk ava bike heye. Hemû gel bi awayekî wekhev, azad û demokratîk bi hev re bijîn wê demê tu wateya dîwar û sînoran namîne.   Em wekî Kongreya Civaka Dmeokratîk ji ber ku Birêz Berhem Salih wekî serokomar hat hilbijartin careke dîn Wî pîroz dikin û serkeftinê jê re dixwazin.”