‘Îdrîs neyê berdan em ê dozê bibin DMME'yê’ 2018-10-04 11:02:21   MÛŞ – Parêzerên rojnameger Îdrîs Sayılgan ê wê sibê derkeve pêşberî dadger bal kişandin ser dirêjbûna dema girtinê û got: “Êdî delîlek bê berhevkirin û şahidek dê bê guhdarkirin nîne. Tevî vê yekê nayê berdan. Heke vê carê jî neyê berdan em ê bi DMME’yê encamê bi dest bixin.”    Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) de hat hat girtin Îdrîs Sayilgan ji ber xebatên xwe yê rojnamegeriyê bi îdaya “Endamê rêxistinê ye” heta 15 salan cezayê hepsê jê re tê xwestin. Sayilgan ê li Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê du sal e tê ragirtin dê sibê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê cara 4’emîn derkeve pêşberî dadger. Beriya danişînê parêzerên Sayilgan axivîn.    ‘XEBATÊN ROJNAMEGERÊ NABIN SÛC’    Parêzerê Sayilgan, Bariş Oflas beriya danişînê axivî û diyar kir ku ji ber xebatên rojnamegeriyê rojnamegerek ewqas dirêj girtî tê hiştin li binpêkirina azadiya çapemenî, raman û îfadeyê ye û got: “Heke li cihekî mafên bingehîn û azadiya raman û îfadeyê tê tunekirin, mirov nikare behsa demokrasî û azadiyê bike. Her wiha sûcdarkirina xebatên rojnamegeriyê jî binpêkirina mafê nûçe û agahî girtinê ye. Doza Sayilgan gellek girîng e. Çimkî tenê ji rojnamegeriyê tê darizandin. Rojnamegerî ne sûc e.”    ‘DARAZ BI TYBETÎ ROJNAMEGERÊN KURD DIDARIZÎNE’    Parêzer Veysel Ok jî destnîşan kir ku di şexsê Sayilgan de rojnamegerên kurd ên li herêmê dixebitin daraz cudakariyek taybet ji bo wan dike. Ok da zanîn ku rewşa darizandina Sayilgan temamî bi rojnamegeriyê ve girêdayî ne û ragirtina ewqa dirêj binpêkirina mafê darizandina adilane ye. Ok got ji bo Sayilgan serî li AYM’ê dane û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Êdî delîlek bê berhevkirin û şahidek dê bê guhdarkirin nîne. Tevî vê yekê nayê berdan. Heke vê carê jî neyê berdan em ê bi DMME’yê encamê bi dest bixin.”   MA / Mujdat Can