Gelê Yedîkule: Gelo ev dewlet dixwaze çi bêje? 2018-10-04 10:50:31 STENBOL - Li Yedîkule, welatiyên bertek nîşanî çêkirina otoparkê ya li ser araziyê werzan nîşan didin, 11 rojin nobetê digirin. Welatiyên li dijî çêkirina otoparkê ya li ser araziyên werzan û betonkirina dîrokê derdikevin, pirsa “Ma ev dewlet çi dixwaze bêje?” kirin.    Şaredariya navçeya Fatîhê ya Stenbolê hewl dide li ser araziye werzan a  li ser Cadeya Yedîkule Haci Evhaddîn a navçeya Fatîh a Stenboê “Otoparka Vekirî ya Yedîkul” çêbike. Ev projeya şarederiya rastî bertekên tundên welatiyan hatin. Ekîbên girêdayî şaredariyê ji bo çêkirina otoparkê di şeva 23’yê Îlonê de Kolana Haci Evhaddîn Çikmaz asfalt kirin û beşek qada werzan zixur kirin.    Welatiyên taxê li dijî vê projeya şaredariyê 11 rojin li qadê nobetê digirin. Welatiyan, diyar kirin ku ew dixwazin li ser araziyên werzan ne otopark, parka zarokan bê çêkirin. Welatiyên pankarta “Bila qada Werzên Yedîkule şîn bimîne û zarokên me lê bilîzin” vekirin û zarok jî li qadê tim dirûşemaya “Em parka zarokan dixwazin” berz dikin.   Welatiyên taxê yên bertek nîşan dan ji Ajnasa Mezopotamya (MA) re axivîn.    ‘KARÊ DIKIN NE QANÛNIYE’’   Ji welatiyên taxê Seyîthan İlik, anî ziman hemû welatiyên taxê bertekê nîşanî çêkirina otoparkê didin û wiha axivî: “Karê ku dikin ne qanûniye. Dixwazin vê dîroka bedew tune bikin. Ev der cihek dîrokiye. Ji bo ku ev der şîn bimîne biryar hene. Lê li gorî keyfa xwe dixwazin vê derê hilweşînin. Li vê derê dîrok heye û niha tu qadekê ku zarok lê bi lîzin tuneye. Ma çima kes zarokên me nafikirin?”   ‘MA EV DEWLET DIXWAZE ÇI BÊJE?’   Welatiyên taxê Salîme Bedîr, Semra Mercan, Ahmet Turk û Songul Uşekçîoglu jî, diyar kirin ku dixwazin qadên zarokan tune bikin û wiha gotin: “Heyfa zarokên me. Zarokên me li vê derê dilîzin. Ev bêmafiye. Ma ev dewlet dixwaze çi bijê? Em çûn Şaredariya Fatîhê. Lê tiştek nekirin. Xerabkirina araziyên werzan cinayete. Tenê wesayît parastin têrê nake. Divê berî her tiştî mirovan biparêzin. Divê ev qad vekirî bimînin. Bila vê derê yan bikin park û yan jî bikin baxçeyên hobî. Ev der qada me ye. Êmê destûr nedin ku xirab bikin.”