MSD: Bidawîkirina muzakereya bi Şamê re di rojeva me de nîne 2018-10-04 10:33:33   REQA – Hevseroka MSD’ê Emîne Umer diyar kir ku rastiya nûçeyên hevdîtinên li gel rêveberiya Şamê bi dawî kirin e nîne û rojevek wan a dê muzakereyan bi dawî bikin jî nîne.    Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokraîk (MSD) Emîne Umer, der barê hevdîtinên wan ên bi Şamê re dewam dikin axivî. Televîzyonek li Herêma Federe ya Kurdîstanê ku weşan dike nûçeyek spart Berdevkê MSD’ê Emced Osman û got “hevdîtinên bi Şamê re hatin sekinandin.” Umer diyar kir ku gotinên Osman hatine berevajîkirin û rêya muzakerayan vekiriye.    GENGEŞE DEWAM DIKE    Umer anî ziman ku tu rastî û bingeha nûçeyê nîne û pêvajoyê xelas nekirine û her du alî jî li ser gellek mijaran gengeşe dikin.    Umer got ji bo krîza Sûriyeyê bê çareserkirin divê zor li hemû rêya bê kirin û rojevek wan a mîna bidawîkirina muzakereyê jî nîne.    ‘DIVÊ RÊVEBERIYA ŞAMÊ ZELAL BE’    Umer xwest rêveberiya Şamê jî zelal be û got: “Em di pêvajoyên cuda de derbas dibin. Pêdiviya gelê me bi hev re bijîn heye. Di vî warî de divê her kes berpirsyarî hilde ser milê xwe. Girîng e ku her tim rêya vê ya siyasî vekirî bê hiştin. Biryara her du aliyan jî girîng e. Lê bes rejîm wek berê nikare nêzî meseleyê bibe û wisa nikare pirsgirêkê jî çareser bike. Divê bi awayek cuda li tiştên diqewime bê nêrîn û wisa bigire dest. Encax em wisa dikarin biçin biryarek taliyê.”    ‘RÊYA DIYALOGÊ NEHATIYE GIRTIN’    Umer li ser daxuyaniya dane televîzyona Rûdawê û kir nûçe jî wiha got: “Nûçeya hatiye weşandin rastiya girtina rêya diyalogê nade nîşandan. Nûçeya bi berdevkê me re hatiye çêkirin wek tê dîtin nîne. Me rêya diyalogê negirtiye. Dema her du alî jî bixwazin dikarin li ser maseyê rûnên. Lê bes heta niha me li ser tiştekî li hev nekiriye. Gellek mijar di navbera me de mijara gengeşeyê ne.”