12 kes li Hatayê hatin girtin 2018-10-04 09:55:48   HATAY - Li Hatayê, ji 13 kesên hatibûn binçavkirin, 12 jê bi îdîaya “Bi zanebûn alîkarî dayîna rêxistinê” hatin girtin.    Li navçeya Kirikhan a Hatayê, di serdegirtinê malan de 7 kesên hatibûn binçavkirin piştî lêpirsîna wan a li qeroqê duh sewqî Edliya  Kirikhanê hat kirin. 7 kesên îfade dan dozger, bi îdîaya “Bi zanebûn alîkarî dayîna rêxistinê” sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê bi heman îdîaya 7 kes girtin û şandin girtîgehê.    Li aliyê din, 6 kesên li ser xeta sînor bazirganî dikirin, bi îdîaya “Alîkarî didin YPG’ê” hat binçavkirin û piştî lêpirsîna wan a li qereqola cendirmeyan sewqî Edliya  Hatayê hatin kirin. Dozger bi îdîaya “Bi zanebûn alîkarî dayîna rêxistinê” 6 kes sewqî dadgehê kirin.  Dadgehê bi şertê kontrola edlî kesek berda û derbarê 5 kesên din de jî biryar girtinê da.