ÎHD: Dixwazin bi OHAL'ê muxalefetê bêdeng bikin 2017-10-24 13:23:24 ENQERE - Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê têkildarî binpêkirinên mafên mirovan civîna çapemeniyê pêk anî. ÎHD'ê diyar kir ku bi îlana OHAL'ê re  zext û tundî li ser hemû mafên mirovan zêde bûye û bi OHAL'ê re hemû kesên muxalif bêdeng dikin.  Şaxa Komeleya Mafên Mirovan, têkildarî tundiya OHAL'ê û binpêkirina mafên mirovan li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Hulya Mendîllioglu, diyar kir ku piştî OHAL hat îlankirin binçavkirin, girtin û îşkence zêde bû û bi vê yeke re binpêkirina mafên mirovan jî zêde bû û wiha got: "Gelek hevalên me yên rêveber hatin binçavkirin û berdan. Gelek rêveberên me kirin hedef û der barê wan de doz hatin vekirin. Der barê Hevseroka me ya Giştî Eren Keskin de 144 doz hatine vekirin. Heta niha 6 dozên Keskîn bi encam bûn û 200 hezar TL cezayê pereyan ji wê tê xwestin. Ji dozekê jî cezayê muebetê jê tê xwestin. Li dijî rêveberên ÎHD'ê piştî OHAL'ê zext û tundî zêde bûn. Li Buyukada parazvanên mafên mirovan hatin binçavkirin û girtin. 10 parazvanên mafan berê hatin binçavkirin û piştre hatin girtin. Endamê MYK'ê yê ÎHD'ê Alî Riza Yurtsever li mala xwe ya Enqereyê di 19'ê Tîrmehê de hat binçavkirin. Rojek şûnde hat girtin û di 23'ê Cotmeha 2017'an de hat berdan.    DIXWAZIN MUXALEFETÊ BÊDENG BIKIN   Mendîllîoglu, anî ziman ku parazvanen mafên mirovan, rewşenbir, hunermend, rojnameger, parêser, sendîka û siyasetmedaran tevan digirin û bi "Terorê" sucdar dikin û wiha got: "Peymanên navneteweyî yên ewlehî û azadiyan tê binpêkirin. Li dijî hemû kesên muxalif tundî heye. Dixwazin hemû kesên muxalif bêdeng bikin û tawanbar bikin. Divê Tirkiye li peymanên mafên mirovan ên navneteweyî baldar be u li gorî wê tev bigere. "