Li 65 gundên Licê û Hênê hatin qedexekirin 2018-10-04 09:42:21   AMED - Li 65 gundên û mezrayên navçeyên Licê û Hênê serê sibê di saet 06.00’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin.        Li 65 gundên  û mezrayên navçeyên Licê û Hênê yên Amedê, di saet 06.00’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin. Operasyona bi piştgiriya hewayî ya li gundên Spenî, Mizag, Barav û Komîk ên çolterên navçeya Lîcê ya Amedê hatibû destpêkirin, di roja 4’emîn de berdewam dike. Di saetên serê sibê de jî li 65 gundên  û mezrayên navçeyên Licê û Hênê qedexeya derketina derve hat îlankirin. Hat diyar kirin ku di saetên şevê de li herêmê operasyonek din hatiye destpêkirin.