Li Edeneyê welatiyek ji Kobanê hat binçavkirin 2018-10-04 09:41:39 EDENE – Li navçeya Seyhanê di serdegirtina malê de welatiyek ji Kobanê Rezan Şêx hat binçavkirin.  Li taxa Kuçukdîkîlî ya navçeya Seyhana Edeneyê polîsan bi ser mala welatiyê ji Kobanê Rêzan Şêx de girt. Di serdegirtinê de polîsan li malê lêgerîn pêk anî û ser û bin kirin. Polîsan bi hinceta divê Şêx îfade bide ew binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Edeneyê.