Li Baybûrtê kêzikan dixin nav xwarina girtiyan! 2018-10-04 09:20:53 ENQERE – Berîvan Bayindir, diyar kir ku li Girtîgeha Baybûrtê tif li xwarina girtiyan tê kirin û kêzikan dixin nav xwarinê û tê xwestin ku belgeya “em poşman in” bi wan bidin îmzekirin.  Li Girtîgeha Tîpa M a Jina ya Baybûrtê girtiya bi navê Berîvan Bayindir, binpêkirinên mafan û zextên ku li girtîgehê bi wan re rû bir û dimînin ji malbata xwe re got.   Malbata Bayindirê, diyar kir ku berî bidawîbûna Rewşa Awarte midûrê girtîgehê hatiye guherandin û paşê binpêkirinên mafan zêdde bûne.Malbatê, anî ziman ku Bayindir gotiye 3-4 nehan mafê wan ê hevdîtina vekirî hatiye binpêkirin. Malbatê got, herî dawî wan di Cejna Qurbanê de keça xwe dîtiye.    ‘KÊZIKAN DIXIN NAV XWARINÊ’     Bayindir, di mafê xwe yê hevdîtina telefonê yê vê hefteyê de ji malbata xwe re got: “Tif navxwarinê dikin û kêzikan dixin nav xwarinê. Lêgerîna tazî li me ferz dikin. Dest datînin ser pirtûkên me û nameyên me. Ji nişkave davêjins er qawîşan, amûrên me belawela dikin û heqaretê li me dikin. Bi tu awayî tiştek nayê gotin. Hevdîtinên me yên telefonê tên sînordarkirin. Di dema hevtîna vekirî de ku em bi hemû bi hev re diçin, niha vê yekê bi 4 kesan sînordar kirine. Nahêlin em silavê bidin malbatên hevalnên xwe. Dema em silavê bidin girtekê dinivîsinin. Nahêlin em biçin hewadariyê, sporê bikin. Sewqên me yên nexweşaxaneyan nayên kirin an jî dereng tên kirin. Li nexweşxaneyê bi awayekî kelemçekirî muayeneye li me ferz dikin. Nahêlin em encamên tehlîlan bistînin. Der barê nexweşîna me de agahiyan andin. Dixwazin em belgeya ‘em poşman in’ îmze bikin. Sîxurtiyê li hevalên me ferz dikin.”