Li Îzmîrê polîsan sîxurtî li ser kesekê din jî ferz kir 2018-10-04 09:16:56 ÎZMÎR – Li Îzmîrê kesên xwe weke polîsan didin naskirin, li Mehmet Şerîf Salman geriyan û gotin: “Tu di sala 1992’yan de hatî girtin. Me tu tişt ji te wernegirt. Tu tiştekî ku tu ji bo zarokên xwe û hevjîna xwe bikî tune ye. Ger tu pêşniyaza me qebûl nekî dê tiştek bê serê hevjîna te û zarokên te.”  Li Îzmîrê kesên xwe wekî polîsan didin naskirin, li kesan digerin û sîxurtiyê li wan ferz dikin. Li navçeya Soke ya Aydinê, Mehmet Şerîf Salman di sala 2016’an de hat girtin û piştî 3 mehan hat berdan. Lê belê tam 2 salan li ser hev polîs lê geriyan gef lê xwarin. Ji ber vê Salman serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) da.    'EM Ê PEREYAN BIDIN TE’    Salman, bilêv kir ku piştî hat berdan mehekê şûnde, kesekî nenas li telefona wan a malê geriyaye û kesên lê geriyane xwe wekî polîsan dane naskirin. Salman, diyar kesan jê xwestiye rû bir û hevdu bibînin û di telefonê de wî tacîz kirine û mecbûr maye rû bir û hevdîtinê bi wan re çêbike.    GEF LÊ XWARIN   Salman got: “Li navçeya Bayrakliyê rûdinêm. Dema çûm cem wan, wesayîteke Toyota li ber min sekini. Du kes ketin destê min û min xistin wesayîtê. Min birin kafeyeke li nêzî Nîkah Sarayiyê ya li navçeya Karşiyakayê. Wê çaxê min fêm kir ku polîsên sivîl in. Yekî ji bom in pasta xwest, lê min qebûl nekir û min got naxwim. Paşê polîsan ji min re got ‘Bi me re bixebite, em ê pereyan bidin te.’ Min jî ji wan re got, pereyan naxwazim û tiştekî wisa jî qebûl nakim. Polîsan got ‘Em ji bo mirovahiyê vî karî dikin. Te berê pir eziyet kişandiye. Em ê pereyan bidin te. Em ê te teqawid bikin, tu çi qas pere bixwazî em ê bidin te.’ Paşê nasnameya min xwestin. Min qebûl nekir. Dema min qebûl nekir gotin ‘tersleyince polis bana ‘Tu di sala 1992’yan de hatiyî girtin. Me tu tişt ji te wernegirt. Tu tiştekî ku tu ji bo zarokên xwe û hevjîna xwe bikî tune ye. Ger tu pêşniyaza me qebûl nekî dê tiştek bê serê hevjîna te û zarokên te. Li gor vê yekê tev bigere.”    'DI DEMA BINÇAVKIRINÊ DE HEMAN POLÎS HATIN’    Salman, diyar kir ku piştî bûyerê ew çûye cem parêzerê xwe û li dozgeriyê giliyê wan kiriye. Salman, anî ziman ku piştî giliyê polîsan kiriye, hew lê geriyane, lê belê du 7’ê Tebaxa 2018’an de li ser îxbarekê hatiye binçavkirin û paşê hatiye berdan. Salman diyar kir ku di bin çavan de polîsan ji bo îfadeyê wî birine odeyeke cuda û got: “Polîsên berê gef li min xwarin li hemberî min rûniştin. Polîsan got ‘Em kengî bixwazin em ê te binçav bikin, li her derî em ê derkevin pêşiya te. Tu bi hêza me dizanî. Tu yê bi me re bixebitî. Tu yê li gor dilê me îfadeyê bidî. Em ê li derve ji bo çayeke te werin cem te.’ Min ev tişt qebûl nekirin. Piştî hatim berdan di 24’ê Îlonê de nimareya bi hejmarên 0531***17 23 li min geriya. Min deng nas nekir. Got ‘em ê çayeke te vexwin.’ Min jî got ‘Ez ê sibê li Qereqola Gumuşpalayê bim werin wir.’ Di 26’ê Îlonê de çûm qereqolê û min got kesên nenas li min digerin û gefan li min dixwin. Du saetan seikînim kes nehat, tiştek nekirin. Ev nimare tim li min digere. Ji ber van tiştan der barê jiyana hevjîna min û zarokên min de şik û gumanên min hene. Nizanim ev kes kî ne û bi awayekî aşkere gefan li min dixwin.”    'GER TIŞTEK BÊ SERÊ MALBATA MIN BERPIRSIYAR EV KES IN’    Salman, bilêv kir ku wî tevî hemû gefên polîsan jî sîxurtî qebûl nekiriye û ger ev tişt dewam bikin ew ê dîsa biçe dozgeriyê. Salman got: “Bila kes ne li bendê be ku gelê kurd îxanetê li xwe bike. Ji ber ku em kurd in tim tahdê li me dikin. Em tim tên binçavkirin û girtin. Paşê belaheq belasebeb em tên mehkûmkirin. Loma ew jî gefan li me dixwin. Em ji egfên wan antirsin. Tiştek bê serê malbata min berpirsyar ev kes in ku gefan li min dixwin û sîxurtiyê li min ferz dikin.”    MA / Ruken Demir