Li Sêrtê qedexeya derketina derve 2018-10-04 08:43:26   SÊRT - Li gundên navçeya Tîllo û navenda Sêrtê qedexeya derketina derve hat îlakirin. Piştî qedexeya derketina derve operasyona leşkerî hat destpêkirin.    Li taxên Alkumru, Erenler, Kargacik û Elmacik, gundên Çinarlisu, Hantrat, Akyayla û Taşbalta ên navçeya Tîllo, gundên Çolkoy û Ermekçîler ên Sêrtê duh bi şev qedexeya derketina derve hat îlankirin. Piştî qedexeya derketina derve li herêmê bi tevlîbûna hêzên taybet operasyona leşkerî hat despêkirin û operasyon berdewam dike. Hat diyar kirin ku di dema operasyonê de li çoltera gundê Meydandere ya navendê pevçûn qewimiye. Li herêma ku operasyon lê berdewam dike, liv û tevgera helîkopteran heye.