Tezkere bi dengên AKP, CHP, MHP û Partiya ÎYÎ salek hat dirêjkirin 2018-10-03 18:11:39   ENQERE – Xebata Meclîsê ya qanûnçêker a ewil derxistina tezkereya operasyona derveyî sînor bû. Bi dengên AKP, CHP, MHP û Partiya ÎYÎ yên “erê” tezkereya derveyî sînor salek din jî hat dirêjkirin.    Xebata yekemîn a salê ya qanûnçêkera Desteya Giştî ya Meclîsê erêkirina tezkereyê derveyî sînor e. Tezkereya operasyona derveyî sînor bi dengên “erê” yên AKP, CHP, MHP û Partiya Îyî hat qebûlkirin.    Biryara tezkereyê dê heta 30’ê cotmeha 2019’an dewam bike.