Hevserokên HDP’ê Berhem Salih pîroz kirin 2018-10-03 17:20:31 ENQERE – Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, Serokomarê Iraqê Berhem Salih ê nû hat hilbijartin pîroz kirin û hevî kirin ku ev yek bibe serdema avakirina jiyanek wekhev û azad.    Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî ji bo Serokomarê Iraqê Berhem Ehmed Salih ê nû hat hilbijartin peyamek pîrozkirinê weşandin. Peyama hevserokan wiha ye: “Bi boneya serkeftina we di proseya hilbijartinên Serokkomariya Iraqê de, em, pîrozbahiya xwe arasteyî cenabê te dikin û hêvîxwaz in ku ev posta nû ji bo gelên Iraqê dergeheke nû veke û bi xêr be.    Her geşedanên siyasî û civakî li devera me, tesîra xwe li seranserî erdnîgariya me dike. Evro Iraq, di qeyraneke mezin a siyasî û aborî re derbas dibe û wek civakî jî di nav rûxandineke mezin de ye. Ji bilî kêşeyên navxweyî, dewletên deverê jî her têkilî karûbarên navxweyî yên Iraqê dibin û di encamê de rewşe Iraqê aloztir dikin.    Berî niha cenabê te posta Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokwezîriya Iraqê kiribû. Di dema van postan de, cenabê te her hewl da ku kêşeyên gelên Iraqê bi rêkên aştiyane çareser bikin û kartêkeke mezin bo pêkvejiyana gelên Iraqê kiribû. Em hêvîxwaz in ku di posta Serokkomariya Iraqê de jî ev hewldan berdewam bike û bibe wesîleya pêkanîna aramiya Iraqê. Em hêvîdar in ku wek Mam Celal, cenabê te jî dê di riya wî de, ji bo aştî û yeksaniya Iraqê hewl û xebatan bidomîne. Em hêvîdar in ku di proseya pêkanîna yêkîtîya neteweyî de û ji bo çareserkirina kêşeyên navxweyî jî cenabê te dê kar û xebatan bidomîne û xizmeteke mezin bo gelê kurd bike.    Wek HDP, em hem li welatê xwe, hem jî li devera xwe hewl didin ku hemû arîşeyên civakî û siyasî bi guftûgo û danûstandinan bên çareserkirin. Li Herêma Kurdistanê, li Iraq û Rojhilata Navîn, ji bo çareserkirina kêşeyan bi şêweyekî aştiyane, demokratîk û bi yeksanî, em her di xizmetê de ne û her amade ne bo kartêkirina çareserkirina arîşeyan.    Her lewre, di vê proseqonaxa nû û di vê posta nû de, em destxweşiyê li cenabê te dikin û hêviya serkeftin û serfiraziyê li te dikin û pîrozbahiyê xwe arasteyî cenabê te dikin.”