Walîtiya Êlihê ji ber cenazeyê Acar 8 roj Hezoyê qedexe kir 2018-10-03 16:45:13   ÊLIH – Cenazeyê Umît Acar ê li Elmanya bi boneya şermezarkirina ziyareta Erdogan a Elmanya û tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anîn navçeya Hezoyê. Walîtiya Êlihê bi hinceta “Têketina kesên bêeleqe ya navçeyê” qedexe kir û nehişt wekîl û rêveberên HDP’ê beşdarî merasîma cenaze bibin.    Li bajarê Nurgberg ê Elmanya ciwanê kurd Umît Acar (26) bi boneya şermezarkirina serdana Serokomar Tayyîp Erdogan a Elmanya û tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 27’ê îlonê de bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Acar anîn cihê lê ji dayik bûye navçeya Hezo ya Êlihê. Polîsan tevahiya navçeyê tedbîrên giran girt û avahiya Rêxistina HDP’a Hezoyê bi maşîneyan dorpêç kirin. Têketin û derketina navçeyê li ser daxwaza Waliyê Êlihê hat qedexekirin.    WALÎTIYÊ TÊKETINA NAVÇEYÊ QEDEXE KIR    Walîtiya Êlihê bi hinceta “Têketina kesên bêeleqe ya navçeyê” têketin û derketina navçeyê qedexe kir. Hat zanîn ku qedexeya têketin û derketina navçeyê ji 1’ê cotmehê heta 8’ê cotmehê dê bidome.    HDP’YÎ HATIN ASTENGKIRIN    Bi boneya merasîma cenazeyê Acar ji Êlihê heta navenda Hezoyê ji aliyê esker û polîsan ve 5 nokteyên lêgerînê hat dayîn. Polîsên avahiya rêxistina HDP’a Hezoyê dorpêç kiribûn destûr nedan ku Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Hevserokê Rêxistina HDP’a Êlihê Bêrîvan Helen Işik û Nîzamettîn Toguç, rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyê, Dayikên Aştiyê û welatî beşdarî merasîmê bibin. Polîsan biryara Walîtiya Êlihê hîncet nîşan da. Polîsan di nokteya lêgerîna di têketina Hezoyê de ji welatiyên ne ji navendê re got “Îro rojek tengezar e, karê xwe xelas bikin û vegerin.”    CENAZE HAT VEŞARTIN    Polîsan nehişt ku parlamenter Başaran û rêveberên HDP’ê li ber avahiya HDP’a Hezoyê gavek biavêjin. Malbata Acar cenazeyê zarokê xwe li Goristana Îslam Bey a li taxa Degîrmendere veşartin. Hat zanîn ku zavayê malbata Acar ê ji Ewropa hat jî bernedane ku beşdarî merasîma cenaze bibe.