Operasyona eskerî ya li Licê di roja 3’yemîn de didome 2018-10-03 16:25:21   AMED – Operasyona eskerî ya li çolterên navçeya Licê hatibû destpêkirin di roja 3’yemîn de didome.    Operasyona eskerî ya li gundên Kormik, Barav û Mizag ên li çolgera navçeya Licê ya Amedê hatibû destpêkirin di roja 3’yemîn de didome. Operasyona bi beşdariya tîmên taybet ên esker û polîs pêk tê duh heta gundê Gokçe ya di navbera Licê û Hênê de hatibû berfirehkirin.    Hat zanîn ku li herêma gundê Speynî jî ya girêdayî Licê operasyona eskerî hat destpêkirin.