Doza 8 rojnamegerên nûçeya Çîtîl parve kirin taloq bû 2018-10-03 14:33:36   AMED – Danişîna doza 8 rojnamegerên bi parvekirina nûçeya DÎHA’yê ya der barê Korgeneral Musa Çîtîl ku operasyona Sûrê birêve dibir bi îdaya “wî hedef nîşan dane” dihatin darizandin hat dîtin. Rojnamegeran di parastina xwe de sûcdariya der barê xwe de red kirin.    Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi KHK’ê hat girtin di serdema operasyona li navçeya Sûrê ya Amedê di sibata 2016’an de der barê Fermandarê Cendermeyan ê Herêma Amedê Musa Çîtîl ku têkildarî operasyonê birêve dibe nûçeyek serwîs kiribû. Nûçe bi sernavê “Navê dorpêçê ‘Bayrak 12’ kesê birêve dibe Musa Çîtîl” hatibû weşandin û bi îdiaya Çîtîl “hedef nîşan dane” li ser gilîkirina Çîtîl, Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê 8 rojnamegeran de doz vekir. Danişîna ewil a dozê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Rojnameger Omer Çelîk. Abdulvahap Taş, Selman Çîçek û parêzerê wan Resul Tamûr amade bûn. Nûnerê TGS’ê yê Amedê Mahmut Oral û gellek rojnamegeran dozê şopand.    Piştî destpîta nasnameyan rojnameger Abdulvahap Taş, Omer Çelîk û Selman Çîçek parastina xwe kirin û sûcdariya der barê xwe de red kirin. Rojnamegeran diyar kir ku ji bo gel ji mafê xwe yê agahî ango nûçe girtinê kêm nemîne li ser hesabê xwe yê medya civakî vekirin e û berata xwe daxwaz kirin.    ‘HEDEF NEHATIYE NÎŞANDAN’   Parêzer Resul Tamur jî bi bîr xist ku Musat Çîtîl ji kuştina 13 welatiyên li navçeya Derikê ku wek “Komkujiya Derikê” derbas dibe tê darizandin û di nûçeya miwekîlên wî parve kirin e de hedef nîşandan nîne.     DANIŞÎN TALOQ BÛ    Heyeta dadgehê bi boneya rojnamegerên din Înan Kizilkaya, Çagdaş Kaplan, Kemal Sancili, Hamza Gunduz û Selîm Gunenç îfade bidin dozê taloqî 16’ê çileya 2019’an kir.    JI HER ROJNAMEGEREK RE CEZAYÊ 3 SALAN TÊ XWESTIN    Di îdianemeyê de rojnameger Omer Çelîk, Çagdaş Kaplan, Hamza Gunduz, Selman Çîçek, A. Vahap Taş, Înan Kizilkaya, Kemal Sancili û Selîm Gunenç bi îdaya “Kesên li dijî terorê peywîr girtin e hedef dane nîşandan” tên darizandin û ji salekê heta 3 salan ceza ji wan re tê xwestin. Her wiha ji ber parvekirina medya civakî ji bo rojnameger Selman Çîçek jî bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” ji salekê heta 5 salan ceza jê re tê xwestin.