Bayar 3 meh piştî hat berdan jiyana xwe ji dest da 2017-10-24 12:41:32 AMED - Ahmet Bayar ê 3 meh berê ji ber nexweşiya pençeşêrê serbest hat berdan, jiyana xwe ji dest da.  Ahmet Bayar ê 52 salî ku di 15'ê Sibata 2011'an de di çalakiyan de bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hat binçavkirin di 31'ê Adarê de hat girtin. Bayar, ku bi nexweşiya pençeşêrê bû, 5 salan li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî ma. Di 22'ê Tebaxa 2017'an de piştî li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin Bayar serbest hat berdan. Bayar ku hat berdan rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê Bayar, li Nexweşxaneyê ji ber nexweşiya xwe ji 64 kiloyan daket 45 kiloyan. Bayar, di demên dawî de ji ber nexweşiyê hişê xwe winda kir. Piştî Bayar şandin malê, li malê jiyana xwe ji dest da. Bayar li Gundê Kulbî yê Pîrana Amedê defin kirin.    Hevsera Ahmet Bayar Emine Bayar, diyar kir ku rêveberiya girtîgeha  Tîpa D a Amedê ji mirina hevserê wê berpirsiyar e û wiha got: "Hevserê min piştî hat girtin nexweş ket û hişê xwe winda kir. Bayar, anî ziman ku ji ber hevserê wê di nava şert û mercên xerab de hat girtin, nexweyiya wî giran bû û berpirsiyar rayedarê girtîgehê ye.    Bayar, anî ziman ku dema heserê xwe li nexweşxaneyê razandin, bijîşk got 'Tu heviya me tune' û nişan dabûn ku dê jiyana xwe ji dest bide.    Bayar, xwest êşa ew dijî kesên din nejî û xwest her kes bi hevre li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin.