Hevberdevka KÎD'ê Kaya: Emê niqaş bikin ku dîrok dubare nebe 2018-10-03 09:04:36 RIHA -  Hevberdevka Kongreya Îslama Demokratîk û parlamentera HDP'ê Huda Kaya, diyar kir ku bi sedsalan e “olperestiya Yezid" serdest e û xwest êdî cîhana îslamê rexnedayîna vê yekê bide. Kaya, da zanîn ku ew dê dîrokê niqaş bikin da ku carek din dîrok xwe dubare neke. Kaya xwest Îbrahîmen niha li dijî Nemrutan têkoşîna xwe bilind bikin.  Kongreya Îslama Demoratîk, bi ser navê "Îslamiyeta Îktidarê û Takva" li Enqereyê û Rihayê komxebat pêk anîn. Di komxebatê de mijarên "Ji duh heta îro Kongreya Îslama Demok" û "Têkoşîna li dijî xerabiyê û Têkoşina Îslamê" "Feraseta Olê Hêza Navendî" niqaş kirin. Di komxebatan de rastiya olê îslamê û fikrên Ocalan ên li ser ol hatin hiqaşkirin. Berdevka Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) û Parlamentera HDP'ê Huda Kaya,  der barê rewşa olê îslame de agahi dan. Kaya da zanîn ku dema mirov li Google lêkolîn dike û “Kuran-ı Kerim û muhalefet” dinivîse, nivîsa ‘Erka esîl a Şeytan muxaletef e' derdikeve pêşberî mirov. Kaya, anî ziman ku niqaşa vê mijarê encama îslamiyeta îktidare ye û wiha got: "Di mijara 'îslama îktîdarê' de  em dixwazin bi çalakiyên cuda gel jî tev lê bikin û niqaxan kûr û fireh bikin. Pêdivîe ji niqaşên kûr û rast heye."     ‘EM BI RIZANDINA CIVAKÊ RE RÛ BI RÛNE'   Kaya, anî ziman ku îktîdara AKP'ê 16 salin îktîdare û di vê serdema îktîdarê de olê îslamê xistiye destê xwe û wiha got: "Bi îstîsmara ol, dixwaze jin û civakê têxe bin kontrola xwe. Tundî, şer û hemû polîtîkayên neyînî di serdema îktîdara AKP'ê ya "muhafazakar û dîndar" de ket meriyetê. Nirxen wîcdan, bawerî û sinc ji holê rakirin û civak ber bi rizîbûn bir û ji cewherê xwe dûr xist. Hemû nirxên pîroz êdî dirizin. Diveê DÎK erka xwe ya rast pêk bîne û ji bo rewşa heyî rexnedana xwe bide. Li ser me rol û mîsyonek dîrokî heye. Divê ev doz tenê li ser milê temekî neyê sînorkirin. Ev berpirsiyarek dîrokî û wîcdanî ye. Diviya bû ji beşên cuda û temenên cuda kes di nava xebatên me de cih girtibûna. Li şûna em dinava dîwar û odeyên girti de bi xwe bi xwe niqaş bikin diviya bû derûniyek ava kiribûya. Ya herî girîng em karibin beş û derdorên cuda tev li van niqaşan bikin."    'PIRSGIRÊKA HIŞMENDIYEKÊ HEYE'   Kaya, anî ziman ku ev pirsgirêkên ku tine ziman tenê encam e û wiha berdewam kir: "Em dibînin ku hêj pirsgirêka hişmendiyekê derdikeve pêşberî me. Di pirtûkên pîroz ên hatin şewitandin û qetandin de qala têkoşîna Îbrahim a li dijî Nemrûd, Têkoşîna Musa a li dijî Firavunan dikin. Di polîtikaya Muaviye û qesrê de olperestiya Yezid heye. Ev olperestî îro jî berdewam dike. Dema em li dijî vê yekê qala têkoşîna Huseyin dikin, em dibînin ku hin hasasiyet û berek derdikevin holê. Divê ev rewş bê rastkirin û niqaşên rast bên pêşxistin. Muaviye qesra kesk ava kir. Li ser esasê mêr, yekperest û nijadperestiyê ol pêş xist. Îktîdara saltanatê pêş xist. Ger ku ne wisa bûya dibû ku îro em bi AKP'ê re rû bi rû nebûna ye. Divê cîhana îslamê îro rexnedayina xwe bide. Îro hişmendiya ola îslamê ya Yezid berdewam dike. Divê em dîroke niqaş bikin ku dîrok xwe dubare neke. Divê em îro di rêya Îbrahiman de li dijî Newrudan têkoşina xwe bilintir bikin."