Girtiyê nexweş Babaoglu cara duyemîn emelyat bû 2017-10-24 12:40:02 ÎZMÎR - Girtiyê nexweş Burhan Babaoglu 24 sal e di girtîgehê de ye, rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn Perwerde ya Yeşîlyurdê ya Îzmîrê li wir emelyat bû. Babaoglu ji bo emelyata duyemîn li nexweşxaneyê tê girtin, tê gotin ku tumora ji hestiyê piştê bê giritn dibe xetereyan bi xwe re bîne.   Girtiyê nexweş Burhan Babaoglu yê li Girtîgeha Tîpa L a Balikesîrê (Kepsut) tê girtin, ji ber tumora di hestiyê pişta wî de di 14'ê Cotmehê de rakirina Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Yeşîlyurtê ya Îzmîrê û li wir rakirin beşa emelyatê. Hat diyarkirin ku emelyat bi serkeftî derbas bûye, ji bo tumorê jî bigirin divê dîsa bê emelyatkirin. Ji bo Babaoglu dîsa bê emelyatkirin, di muşahadeya nexweşxaneyê de tê girtin, lê emelyata ku bê kirin xetereyên wê jî heye.   LI NEXWEŞXANEYÊ JÎ EKS NABÎNE   Babaoglu qasî 24 salan e bi sûcdariya "Endamê rêxistinê û rêveberê rêxistinê ye" di girtîgehê de ye, di şert û mercên girtîgehê de bi vê nexweşiyê ketiye. Kekê Babaoglu Îhsan Babaoglu aşkera kir ku rewşa birayê wî baş e, lê emelyata ku dê sibê bê kirin, xetereyên wê jî hene. Babaoglu da zanîn ku ji bo dermankirinê ew ê li wir bisekinin, aşkera kir ku ji ber nexweşiyên li girtîgehê birayê wî girtine, berê jî 2 caran emelyat bûye. Babaoglu piştrast kir ku di 2 salên dawî de tumor mezin bûye, ruxmê birayê wî li nexweşxaneyê ye jî bi destûra dozgeriyê hevdîtinê pêk tînin û roja Çarşemê destûra hevdîtinê girtine. Babaoglu destnîşan kir ku berî emelyatê xwestine hevdîtinê bikin, lê dozger destûr nedaye wan. Babaoglu anî ziman ku haya wan ji birayî wî tune bûye ku ew anîne nexweşxaneyê û wiha axivî: "Me piştre bihîst ku di beşa lezgîn de tê girtin. Îdareya girtîgehê got ku 'Li nexweşxaneyê ye tişta ku em bikin tune.'"