ROJEVA 03'Ê COTMEHA 2018'AN 2018-10-03 09:00:38 * Hevberdevka Kongreya Îslama Demokratîk û parlamentera HDP'ê Huda Kaya, diyar kir ku bi sedsalan e “olperestiya Yezid" serdest e û xwest êdî cîhana îslamê rexnedayîna vê yekê bide. Kaya, da zanîn ku ew dê dîrokê niqaş bikin da ku carek din dîrok xwe dubare neke. Kaya xwest Îbrahîmen niha li dijî Nemrutan têkoşîna xwe bilind bikin.  * Parezer Ercan Kanar, bal kişand ser biryara DMME'ê û diyar kir ku DMME di demên dawî de ji nirx û rêgezên xwe dur ketiye û bêtir berjewendiyên dewletan diparêze. Kanar, anî ziman ku Dadgehê di 2014'an de der barê Reberê PKK'ê  Abdullah Ocalan de biryara “îhlal” heye da û niha li dijî biryara xwe ya berê tev digere.    * Akademîsyen Ozgur Muftuoglu, der barê mafê karkeran û krîza aborî ya li Tirkiye de diyar kir ku sermayedar û dewlet bûne yek û dixwaze li ser pişta karkeran krîzê derbas bike. Muftuoglu, anî ziman ku li welatê ku mafên mirovan neyê parastin, dê krîza aborî berdewam bibe û karker dê li her qadê rastî heman pirsgirêkan bên.    * Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrlikulu bertek nîşanî qedexekirina çalakiyên Dayikên Şemiyê û xizmên windayan da û got: “Xwendina çîrok û ango danezanê li meydanan hat qedexekirin, em ê êdî her hefte li Meclîsê bixwînin.”    * Pisporê Rojhilata Navîn ê rojnameger Musa Ozugurlu diyar kir ku ji bo komên çekdar heta 15’ê cotmehê ji Idlibê derkevin li gotinên Tirkiyeyê guhdar nakin.    * Serokê Giştî yê Yekîtiya Muteahîtan ê Edeneyê Sedat Teoman Gurseslî, diyar kir ku di sektora înşaetê de hemû kirîn bi diwîzan ve girêdayîne û got: “Şert û mercên heyî ger dewam bikin, dê kaosek mezin bê jiyîn.” Muteahîd Mehmet Edîtp Çaçan jî, anî ziman ku sektor êdî miriye.    * Li gorî rapora xebatên Serokomariyê ya sayiştayê di sala 2017’an de li Qesrê 362 milyon tl pere hat xerçkirin. Ji bo paqijiyê 3 milyon, ji bo pêşwazîkirin û nûnertiyê 36 milyon, ji bo xizmeta kirtasiyê 1 milyon 641 hezar û 497 TL pere hat xerçkirin.    *Dadgeha Qanûna Bingehîn, cezayê hucreyê ku bi sedema nivîsên aydî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwestiye bi fotokopî zêde bike, lê hatibû birîn, îhlala azadiya ramanê hesiband.    * Danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş ku girtî jê tê darizandin dê li Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê li kampusa Sincanê bê dîtin. Hevserokê Gişti yê HDP'ê Sezaî Temellî û Pervin Buldan jî dê beşdarî danişînê bibin. (10.00)   * Danişîna doza 7 rojnamegerên bi hinceta nûçeyên DÎHA ya bi KHK’ê hat girtin ên derbarê operasyona Sûrê de weşandin, di medyayên civakî de parve kiribûn hat vekirin, dê  li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê bê dîtin.    *  Malbat û hevalên Xebatkara PTT'ê ya Sirkeci  ku di qezaya kar de jiyana xwe ji dest da Restoratora Mîmarî  Dilek Dayar bi armanca balê bikişînin ser dozê dê li pêş Edliyeya Çaglayanê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)    * Danişina doza Xwendekarên Zaningeha Bogazîçî yên ku pankarta "Qolumê dagirkeriyê û komkujiyê nabe" vekirin û doz li wan hat vekirin dê li 32'emîn dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)