2 girtiyên li Tarsûsê sewqî Kayseriyê kirin 2018-10-02 16:59:07   ENQERE  - Şehrîban û Hasan Tunç ên hevjînê hev ên li Girtîgeha Kampusa Tarsûsê dibin, sewqî Girtîgeha Kayserî  kirin.    Hevjînê hev Şehrîban û Hasan Tunç ên piştî 4 leşker di pevçûna 16’ê Tebaxê li Semsûrê de jiyana xwe ji dest dan hatin girtin, piştî Girtîgeha Semsûrê, sewqî Girtîgeha Kampusa Tarsûsê hatibûn kirin.      Hevjînê hev Şehrîban û Hasan Tunç ên li Girtîgeha Kampusa Tarsûsê diman, berî du rojan beyî ku hincetek bê nîşandan sewqî Girtîgeha Kayseriyê hatin kirin. Hat diyar kirin ku zarokên malbata Tunç bi tena serê  xwe li Semsûrê mane.