Di doza JÎTEM'ê ya Enqerê de şahidê veşartî hat guhdarkirin 2018-10-02 16:38:43   ENQERE - Di 17’emîn danişîna doza JÎTEM’ê ya Enqerê de, şahide veşartî hat guhdarkirin. Bi hinceta guhdarkirina şahide veşartî danişîn girtî hat dîtin.    17’emîn danişîna “Doza JÎTEM’ê ya Enqerê” ya derbarê kuştina 19 kesên dinavbera salên 1993 û 1996’an ên li Enqerê û derdora wê de hat vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Enqerê hat dîtin. Polîsên sîvîl berî danişînê li salona danişînê rawestiyan û wêneyên salonê kişandin.      Berî danişînê ji parêzeran Yûsûf Alataş, diyar kir ku ev darizandin, darizandinên texmînîne û wiha got: “Şandeya dadgehê, dadweriyê dilîse û em jî parêzerçitiyê dikin. Darizandinek rast tuneye.” Bersûc û parêzerên muştekî di danişînê de amade bûn. Piştî tespîta nasnameyê, danişînê dest pê kir. Bi hinceta guhdarkirina şahide veşartî danişîn girtî hat dîtin. Rojnameger û polîsên sivîl ji salona danişînê hatin derxistin.    Piştî guhdarkirina şahid, parêzran beyan dan. Parêzer Yusuf Alataş, piştî danişînê axivî û diyar kir ku şahide navê wî veşartî “Emek” bi awayekê giştî axivî û dengê wî nedihat famkirin. Alataş, da zanîn ku şahidê rastîn ê dozê û agahiyên zelal dayîn kesê navê  wî tê vaşatin “Ayişi” bû û di rapora saziya venêrandinê agahiyên kêm hebûn.    Şandeya dadgehê biryara navberê da û danişîn taloqî 31’ê Çileya 2019’an kir.