Parêzeran îtîrazî berdana bersûca DAIŞ’ê kir 2018-10-02 16:04:01   DÎLOK – Parêzerên doza Komkujiya Dîlokê îtîrazî berdana bersûca DAIŞ’ê Fadîle Cabael a ji komkujiyê tê darizandin û hatibû berdan kir.    Li taxa Beybahçe ya navçeya Şahînbeya Dîlokê di 20’ê Tebaxa 2016’an de DAIŞ’ê li dijî dawetek malbata kurd teqîn pêk anîbû û gellek ji wan zarok 56 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Bersûca êrîşa hovane ya DAIŞ’ê Fadîle Cabael bi hinceta pirsgirêkên tenduristiyê hat berdan. Parêzerên malbatan ê dozê dişopînin îtîrazî berdana bersûc kirin.    Parêzer Adnan Erol anî ziman ku  ew nizanin Cabael kîjan nexweşînan kirin e hinceta berdana wê û ji bo bersûc carek din bê girtin îtîraza berdana wê kirin e. Erol diyar kir ku tevî ku ewqas girtiyên nexweş ên giran hene nayên berdan û çima Cabael tê berdan.