Rojnameger: Bi lez hevalên me berdin 2017-10-24 12:07:15 STENBOL - Komek rojnameger, wekîl, malbat û nûnerên saziyên civakî, beriya rûniştina doza 6 rojnamegerên ji doza belgeyên Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak ên di RedHack'ê de hatin weşandin, tên darizandin, li ber Edliyeya Stenbolê daxuyanî dan. Rojnamegeran xwestin demek berî demekê rojnamegerên girtî bên berdan.  Midurê Nûçeyan ê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi KHK'ê hat girtin Omer Çelîk, edîtorê berê yê Dîken.comê Tunca Ogreten û xebatkarê rojnameya Bîrgunê Mahîr Kanaat, ji ber agahiyên der barê Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak de kirin nûçe, hatin girtin û 10 meh in li Girtîgeha Sîlîvriyê girtî ne. Rûniştina doza  3 jê girtî 6 rojnaemgeran li 29'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çiglayanê dê bê dîtin. Beriya rûnişina dozê dest pê bike komek rojnameger, parêzer, wekîl û malbatên rojnamegeran li ber Edliyê daxuyanî dan çapemeniyê.    'YA HAT NIVÎSANDIN XIZMETA CEMAWERIYÊ KIR'   Xebatkara Rojnameya BîrGunê Demet Sargin, diyar kir ku rojnameger her roj li ser înternetê agahiyan parve dikin û ji gelek cihan agahi kom dikin û wiha got: "Bi riya maîlê ji gelek cihan agahî ji hevalên me re tên. Rojnameger van agahiyên ku ji wan re tên lêkolîn dikin, dinirxînin û bi raya giştî re parve dikin. Ger ku nirxê wan ê nûçeyan hebe û di xizmeta cemaweriyê de be van agahiyan parve dikin. Nuçe û agahiyên parve kirine hemû di xizmeta cemaweriyê dene. Divê ji ber vê yekê rojnameger neyên girtin û nifrîna li hemberî wan neyê çêkirin."    'DOZGER DELÎLAN NABÎNE'   Saygin, anî ziman ku dozger hevalên wan bê delîl girtin u wiha got: "Ji ber ku delîl bi dest nexistin nizane dê wan bi çi sûcdar bike. Feslekeyên 17-25'ê kanûnê ku bi milyonan kesan xwediye, parvekirina wan wekî sûc tê dîtin. Twîtterên ku tu eleweya wan pê tune li dosyaya rojnamegeran zêde kirine. Vê bê hiqûqiyê bi kijan fermanê pêk tîne em fam nakin. Em dixwazin demek berî demekê dawî li vê bê hiqûqiyê bînin û hevalên me yên bêsûc girtî serbest berdin."    'KÎ DÊ BEDELA VÊ YEKÊ BIDE?'   Sargin, anî ziman ku Xebatkarê Rojnameya BîrGunê Mahir Kanaat ji ber vê doza li dijî mantiqê nebû şahidê welidîna zaroka xwe û wiha got: "Tunca Ogreten li girtîgehê zewicî. Omer Çelîk piştî zarokê wî çê bû hat girtin û ji zarokê xwe mahrûm maye. "Em rojnameger, parêzer, nûnrên partiyên siyasî û malbatên rojnamegeran dixwazin demek berî demekê hevalên me yên girtî bên berdan."    PArlamenterê CHP'ê Barış Yarkadaş jî anî ziman ku di vê serdemê de doz wekî baranê dibarin û wiha got: "Îktîdara AKP'ê bi girtina rojnamegeran dixwaze gel ji rastiyan dûr bixe. Daraz xistiye destê xwe û naxwaze gel rastiyê fêr bibe."