Pekozê HDP'î: Nav û cihên nexweşxaneyan guhertin, lê pirsgirêk neguherîn 2018-10-02 11:44:49   ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê Edeneyê Kemal Pekoz, der barê pirsgirêka Nexweşxaneya Bajar a Edeneyê de pirsname da meclîsê û xwest Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca bibersivîne.    Parlamenterê HDP'ê yê Edeneyê Kemal Pekoz, der barê rewş û pirsgirêkên Nexweşxaneya Bajar a Edeneyê de bi daxwaza Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca bibersivîne pirsname da meclîsê. Pekoz, anî ziman ku Nexweşxaneya Bajar a Edeneyê di 18'ê Îlona 2017'an de ket xizmetê, lê tevî ku salek derbas bû jî pirsgirêkên tenduristiyê û xizmeta tenduristiyê nehatiye guhertin. Pekoz, anî ziman ku şert û merên xizmetkarên tenduristiyê baş nebûye û çareserî nehatiye dîtin u wiha got: Her çend rêxistinên tenduristiyê têkildardî pirsgirêkan agahî daye rayedaran jî lê encam negirtiye. Xizmetkar û hekîmên tenduristiyê dixwazin der barê xebatê de xwedî biryar û vîn bin. Her çend xizmetkar li dij derketine jî odeya sekreteriyê derxistine derve. Bi vî rengî ji hekîman tê xwestin ku di heman demê de sekreteriyê jî bikin. Her hekîmekî ku divê herî kêm 15 deqîqeyên xwe ji nexweş re veqetîne, ancak dikare 5 deqîqeê xwe veqetîne. Her çend piştî Nexweşxaneya Bajar a Edeneyê ket xizmetê, cih û navên nexweşxaneyan hatin guhertin jî doşekên nexweşan zêde nebûn û pirsgirêk nehatin çareserkirin. Vê yekê bêtir nexweş mexdûr kirine.  Pekoz, ev pirs ji Koca pirsîn:    Li Nexweşxaneya Bajar a Edeneyê hêjmara kapasîteya nexweşên li ser piyan û dojekê çiqas e? Ji ber ku nexweşxaneya bajar hat vekirin, li Edeneyê nexweşxaneyên cemaweriyê yên hatin girtin hene? Ji bo  vê nexweşxaneyê mehê çiqas kîra tê dayîn. Kîra bi kijan dowîzê tê dayîn. Ji aliyê wezaretê ve kijan xizmet hatin kirîn. Çiqas pere hat dayin. Li qadên morg, karê restoran, xwarin, ewlehî, paqijî, kantîn, radyolojî û gasilhane û hwd kî û kijan şîrket xizmeta wan dikin. Di krîn û stendina malên xizmetê de kijan muaf e. Krediyê navneteweyî yên ji bo xizmeta nexweşxaneyê hat stendin çiqas e. Bedelê Xezînê çiqas e.