Danişîna doza Demirtaş sibê ye 2018-10-02 11:20:39   ENQERE - Danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê  Selahattin Demirtaş ku girtî jê tê darizandin dê sibê bê bêditin.    Danişîna doza Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattin Demirtaş ku girtî jê tê darizandin dê sibê li 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. Danişîn dê li salonek Girtîgeha Sincanê ya Enqereyê bê dîtin. Demîrtaş, di danişîna 18'ê Tîrmeha 2018'an de sedem nîşan dabû û tev li danişînê nebûbû. Demirtaş, li bendê ye ku der barê biryara doza 26'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ku li gel Parlamenterê HDP'ê yê berê Sırrı Sureyya Onder ku bi hevre ceza xwarin jî nixandinê bike