7 sal cezayê girtîgehê ji bo Serokwekîla Şaredariya Pirsûsê hat dayîn 2018-10-02 11:10:11   RIHA - Di doza darizandina Serokwekîla Şaredariya Pirsûsê Hulya Demîr a girtî de, 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.    Serokwekîla Şaredariya DBP’ê ya Pirsûsê Hulya Demîr a di Kanûna 2016’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hat binçavkirin û girtin, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” doz derbarê wê de hatibû vekirin. Di dozê de cezayê girtîgehê ji bo Demîr hat dayîn. Danişîna biryarê ya Demîr li Dadgeha Cezayê Giran a 6’emîn a Rihayê hat dîtin.  Dozger bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” xwest Demîr bê cezakirin.    Parêzerê Demîr Sedat Gozkiran jî, parastin kir û got: “Mûwekîla wî ji ber faliyetên siyasî û partiya siyasî beşdarî şahî û çalakiyan bûye.” Parêzer Gozkiran di dawiya parastinê de beraeta mûwekîla xwe xwest.    Şendaye dadgehê piştî navberek kurt, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Demîr birî.