Cilên girtiyê nexweşê giran nadinê 2018-10-02 10:58:32 ENQERE – Cilên ku malbata girtiyê nexweşê giran Mehdî Boz jê re şandin nedanê. Necla Er got birayê wê hêj di huncreya yek kesî de tê ragirtin û tedawiya wî nayê kirin.  Girtîgehên li Xarpêtê bi pêkanînên xwe yên sosret ji rojevê nakevin. Hat zanîn ku malbata girtiyê nexweşîna giran Mehdi Boz ê li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê dimîne jî cil şandin lê bes cilên wî nehatine radestkirin. Xwîşka Boz, Necla Er diyar kir ku birayê wê di hevdîtina hefteyek berê de ji wan vê rewşê ragihandiye û cilên jê re şandine bi hinceta “navnîşana şaş” cil nedanê û paş de şandine.    Er anî ziman ku heman cilan carek din jê re şandine û got: “Me koliyek cil jê re şand. Hefteya bihûrî dayik û bavê min çûn hevdîtina girtî ya Mehdî. Mehdî ji wan re gotiye ku cilên wî nedanê. Heta ku li Girtîgeha Tîpa T a Bunyana Kayseriyê bû û ev 6 meh in li Xarpêtê ye me qet jê re cil neşandibû. Pêdiviya wî bi van cilan heye. Em nizanin çima nadinê. Eşyayên me carek din şandin, hêj li me nevegerandine.”    DI HUCREYÊ DE BI TENÊ YE    Er da zanî nku birayê wê Mehdî hêj di hucreya yek kesî de tê ragirtin û tevî ku nexweşînên mîna penceşêra tiroîd, tansiyon, KOAH, aciziya mîde û kezebê heye jî lê di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Er got ew ji rewşa Boz bi xetere ne.    ZEXT DIDOMIN    Parêzerê Boz, Hasan Akkuz jî got: “Min bi miwekîlê xwe re hevdîtin pêk anî. Got hêj zext dewam dikin. Bi boneya miwekîlê min nexweş e, daxwaza wî ya derbasî qawîşên sê kesî bibe. Lê bes ev daxwaza wî nayê qebûlkirin.”