Danişîna 7 rojnamegeran dê sibê bê dîtin 2018-10-02 09:38:32   AMED - Danişîna doza 7 rojnamegerên bi hinceta nûçeyên DÎHA ya bi KHK’ê hat girtin ên derbarê operasyona Sûrê de weşandin, di medyayên civakî de parve kiribûn hat vekirin, dê  sibe li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê bê dîtin.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê, bi hinceta nûçeya “Navê dorpêçê ‘Bayrak 12’, navê serkeş jî Mûsa Çîtîl” a di Ajansa Nûçeyan Dîcle (DÎHA) û rojnameya Ozgur Gundemê yên di Sibata 2016’an de bi KHK’ê hatin girtin de hat weşandin, di medya civakî de parvekirin derbarê 7 rojnamegeran de doz vekiribû.  Di îdîanameyê de, dozdar Tuggeneral Mûsa Çîtîl ê di dema nûçe hat weşandin de Fermandarê Herêma Cendirmeyan a Amedê bû û di Tîrmeha 2016’an de bi biryara Wezareta Karê Hûndir ji bo Alîkariya Fermandariya Giştî a Cendirmeyan hatibû terfî kirin, cih digire.       7 nûçegihanên DÎHA ya bi KHK’ê hat girtin, Midûrê Nûçeyan Omer Çelîk, nûçegihan Çagdaş Kaplan, Hamza Gunduz, Selman Çîçek û rojnameger A. Vahap Taş û Midûrê Karê Nivîsê yê rojnameya Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya û Xwediyê Îmtiyaza rojnamê Kemal Sancili yên doz derbarê wan de hatin vekirin bi îdîya “Kesên di têkoşîna li dijî terorê de erk girtin, hedef nîşandayîn” ji salekê heya 3 salan ceza ji bo wan tê xwestin.      Danişîna doza derbarê 7 rojnamegeran de hatibû vekirin, dê sibe li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê bê dîtin.