Dayika ku kurê wê ji ber betaliyê xwe şewitand: Rêveberên vî welatî ma çi dikin? 2018-10-02 09:08:40 MELETÎ - Li Rihayê Îbrahîm Emektar (28) di 20'ê Îlonê de gotibû "betal imî briçî me" û xwe şewitandibû. Bavê du zarokan Emekter hîn jî tedawî dibe. Dayika wî Elîf Emektar got: "Welatiyên vî welatî betal dimînin û nikarin kar peyda bikin, gelo rêveberên vî welatî çi dikin?"  Li Rihayê bavê du zaroka Îbrahîm Emektar (28), di 20'ê Îlonê de li Qada Topçûyê got "betal im, birçî me" û xwe şewitand. Piştî bûyerê Mêrê ciwan rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înanê û ji vir jî sewqî Nexweşxaneya Lêkolînê ya Fakulteya Tibê ya Tûrgût Ozal a Meletiyê. Emektar hîn jî tedawî dibe û rewşa wî giran e.    REWŞA WÎ GIRAN E    Elîf Emektar, dayika Îbrahîm Emektar, diyar kir ku rewşa kurê wî di xetereyê de ye û dibe ku destekî wî bê jêkirin.    Emektar, bilêv kir ku nêzî salekê ye kurê wê betal e û salek e tu derî nema ku kurê wê lê enxistiye, lê hemû derî li ser hatie girtin. Emektar, diyar kir ku ji bo kar kurê wê gelek caran serî li Şaredariya Halîliyeyê daye, lê belê kar nedanê û got: "Deynê wî pir bû. Ji ber deynan doz lê hatibûn vekirin. Ji ber van deynan derûniya wî nebaş bû. Li rêyekê digeriya, lê nedidît."    ‘PERE DIXISTIN NAV LEPÊ KURÊ MIN'    Emektar, diyar kir ku ew ji televîzyonê hîn bûye ku kurê wê xwe şewitandiye. Emektar got beriya bûyerê ev tişt hatine serê kurê wê: "Li Qada Topçûyê şaredarî germiya îmaman (aşûre) belav dike. Parlementer û şaredar jî li wir bûne. Kurê min diçe cihê ku şaredar lê ne û doza kar li wan dike. Ji parlementeran yek jê hinekî pere dixe nav lepê kurê min. Kurê min wî pereyî li nav çavê wan dixe û benzînê bi xwe dadike û xwe dişewitîne."    Emektar, diyar kir ku wekî din tu rê li ber kurê wê nehiştine û got: "Eger min zanibûna dê wisa bike, min nedihişt. Ez ê birçî bimana lê min ê nehiştana ku kurê min tiştekî wisa bike."    ‘DIBE KU DESTÊ WÎ BÊ JÊKIRIN'    Emektar, diyar kir ku esnaf û welatiyên li derdorê agir tefandine û ambulans jî piştî bûyerê nîv saet şûnde hatiye.    'RÊVEBERÊN VÎ WELATÎ ÇI DIKIN?'    Emektar, diyar kir ku piştî bûyerê carekê lê geriyane û jê re gotine 'derbasbûyî be' û got: "Kes bi me re eleqedar nabe. Ji ber kurê min betal bû, ket vê rewşê. Kurê min welatiyê vî welatî ye. Welatiyên vî welatî betal dimînin û nikarin kar peyda bikin, gelo rêveberên vî welatî çi dikin? Kurê min pere ji kesî nexwestin, tenê xwest bixebite. Çima guh nedan vê daxwaza wî?"   ‘NIKARIM DERMANÊ KURÊN XWE BIKIRIM'    Emektar pirs kir "ji bo çi ev ciwan xwe dişewitînin?" û got, ew nikare dermanên kurê xwe bistîne.   Emektar got: "Kezaba min dişewite. Kurê min li ber mirinê ye. Herkes li mala xwe ye û rihet e, lê ez bi şev û biroj li ber serê kurê xwe me. Ma li wir dilê kurê min xweş bikirana ê çi bibûna? Dev ji kar berde, dikaribûn pê re xeberdana û dikaribûn nehiştana benzînê bi xwe dake. Bila bi rewşa kurê min re eleqedar bibin. Nikarin dermanên kurê xwe bikirim."    MA / Erdogan Alayumat