ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2018'AN 2018-10-02 09:00:02  Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mahmut Şakar, bal kişand ser biryara DMME'ê ya redkirina serlêdana îşkence û muameleya xerab a Ocalan û diyar kir ku DMME'ê rol û misyona xwe ya parastina mafên mirovan winda kiriye.  * Masiyên deqsor ên li Gola Masiyan, neman. Ji ber ku qeymeqamê wê wê demê, masîpank xistin golê, di golê de masiyên deqsor neman. Karsaz Mehmet Bîrlîk, diyar kir ku gundiyan debara xwe bi masiyên deqsor dikirin, lê belê piştî masiyên deqsor qediyan êdî gundî koç dikin.    * Hevşaredarê Tozanê yê DBP'î Mehmet Gultekîn ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, anî ziman ku qeyûm perçeyek "Plana Rûxandinê" ne û got: "Bi qeyûman xwestin tevgera azadiyê tasfiye bikin." Her wiha Gultekîn got, dê gel şaredariyên xwe ji qeyûman bistîne.    * A.A.'yê ku ji bo cenazeyê birayê xwe yê HPG'î teşhîs bike çû Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê, diyar kir ku zenda destê rastê yê hemû cenazeyan hatiye şikandin û ji ber cenaze di rewşeke wisa de ne ku nayên teşhîskirin.    * Li Rihayê Îbrahîm Emektar (28) di 20'ê Îlonê de gotibû "betal imî briçî me" û xwe şewitandibû. Bavê du zarokan Emekter hîn jî tedawî dibe. Dayika wî Elîf Emektar got: "Welatiyên vî welatî betal dimînin û nikarin kar peyda bikin, gelo rêveberên vî welatî çi dikin?"    * Parêzer Mehmet Emîn Aktar, diyar kir ku di dosyeyên komkujiyan de daraz li gor îktîdarê tev digere û got: "Ji dehan yek ji delîlên wan dosyeyan di dosyeyên cinayetê de hebin, dê kiryar bê cezakirin lê bi tevî van delîlan jî biryara beraetê didin."    * Qeyûmê Qoserê navên 3 taxên navçeyê yên bi kurdî guhert. Şêniyên taxan bertek nîşanî guhertina navên taxên xwe dan û gotin: “Guhertina navê taxan bêtehamuliya li dijî ziman û îradeya gelê kurd e.”    * Danişîna doza 7 rojnamegerên bi hinceta nûçeyên DÎHA ya bi KHK’ê hat girtin ên derbarê operasyona Sûrê de weşandin, di medyayên civakî de parve kiribûn hat vekirin, dê  sibe li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê bê dîtin.    * 2'yemîn danişîna doza derbarê xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî a bi KHK'ê hat girtin Bariş Polat dê li Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê bê dîtin. (11.00)   * Komên HDP, CHP, AKP û MHP'ê dê li Meclîsê civînên xwe pêk bînin. (11.30/13.00)   * Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP), ji bo 'Rapora Girtîgehên Herêma Marmara' ya mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê ji raya giştî re eşkere bikin, dê li Weqfa Lêkolîna Hiqûqî ya Civakî (TOHAV) civîna çapemeniyê pêk bîne. (11.30)   * 7'emîn danişîna doza bi hinceta beşderî roja jidayîkbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûn a Hevseroka KCD'ê ya berê Aysel Tugluk û Hevseroka DBP'ê ya berê Sabahat Tuncel dê li Dadgeha Cezayê Giran a 6'emîn a Rihayê bê dîtin. (14.00)   *17'emîn danişîna Doza JÎTEM'ê ya Enqerê dê li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Enqerê bê dîtin. (14.00)   * Şandeya ji Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û şendeya ji Hevseroka Giştî ya Egîtim Senê Feray Aytekîn Aydogan pêk tên, dê li Navenda Giştî ya HDP'ê bên gelhev. (14.30)