Polîsên li Amedê bi ser du taxan de girtin, di jêrzemînên malan de lêgerîn kirin 2018-10-01 16:59:34   AMED - Li Taxên Şilbê û Aziziye yên navçeyên Yenîşehîra Amedê, polîsan bi ser gelek malan de girtin û di jêrzemînên malan de lêgerîn kirin û amûrên malan belav kirin.    Li Taxên Şilbê û Azîziye yên navçeya Yenîşherî Amedê, polîsan bi ser gelek malan de girtin. Polîsan bi maşîneyên zirxî di 29’ê Îlonê de bi ser malan de girtin û hemû amûrên malan belav kirin. Welatiyên taxan, diyar kirin ku polîsan bi taybetî li jêrzemînên malan lêgerîn pêk anîn û kontrol kirin.    Di serdegirtina hinceta wê nehat zanîn de, hat gotin ku binçavkirin çênebûne.