Pekoz ê HDP'î: Çima Febrîqeya Şekir li gorî şertnameya îhaleyê nefirotin? 2018-10-01 16:58:50   ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê Edeneyê Kemal Pekoz, têkildarî Arizîkirina Febriqeya Şekir a Bor a Nîgdeyê de pirsname da meclîsê û xwest Wezîrê Daristan û Çandiniyê Bekir Pakdemîrlî bibersivine. Peroz got: "Çima Febrîqeya Şekir li gorî şertnameya îhaleyê nefirotin?"     Parlamenterê HDP'ê yê Edeneyê Kemal Pekoz, têkildraî arizîkirina Febrîqeya Şekir a Bor a Nîgdeyê pirsname da meclîsê û xwest wezîrê Daristan û Çandiniyê Bekir Pakdemîrli bibersivine. Pekoz, anî ziman ku Lijneya Bilind a Arizîkirina Febriqeya Şekir a Bor di 6'ê Nîsana 2018'an de bi îhaleyê li beramberî 336 milyon liraya firotibû Şîrketa Bazirganî û Sanayiyê ya Hilberîna Xwarin û Vexwarin a Doguşê. Pekoz, anî ziman ku pitî firotina febrîqeyê 5 meh şûnde hatiye dewirgirtin û roja dîtir di 20'ê Îlona 2018'an de dewrî ‘Şîrketa Anonîm a Şekir a Bor' kirine. Li gorî Rojnameya Sicîl a Bazirganiyê, Şîrketên Anonîm a Şekir a Borê di 13'e Îlona 2018'an de bi hevkariya Koma Xezîre a Doguşê  û Şîrketa Înşatê ya DSL'ê hatiye avakirin. Li gori idîayên çapemeniyê Hîseya Koma A ya bi îmtîyaza Şîrketa Anomîm a Şekir a bor ku Febrîqeşa Şekir a Borê dewir girtiye, aydî înşaata DSL ku xwedî para ji sedî 49 e.  Li gel  Doguş Gida ji sedî 51 par e jî dê di şîrketê de ne xwedîtu hew be.    Li gorî vê yekê:    Îdîayên li jor derbas dibin rast e? Li gorî îdiayên çapemenyê derket holê ku fîrmayan ji bo hilberîna şekir dewir negirtine raste ? Dewirkirina febriqeyê, operasyona ji bo 12 milyon tl yê temînata ihaya firmayê xelas bike ye, rast e? Li gorî şertên Lijneya Bilind8 a Arizikirnê ger ku kiryarê ewil nekire, kesê duyemîn ê herî zêde îhale daye dê bikire. Li gel ku Febriqeya Şekir a Bor a Koma Doguş Gıda di wextê xwe de îhale negirtiye jî çima ihale nedane fîrmaya duyemîn? Çima li gorî şertê îhaleyê fabrîqe nefirotine.?"