Cenazeyê Çaglar piştî 2 mehan hat definkirin 2018-10-01 15:57:46   AMED – Endama HPG'ê Mukaddes Çaglar a li navçeya Licê di bombebarana hewayî de jiyana xwe ji dest da hat definkirin.    Endama HPG’ê Mukaddes Çaglar a di 29’ê tîrmehê de li çoltera navçeya Licê ya Amedê di encama bombebaran hewayî de jiyana xwe ji dest da li Goristana Yenîkoya navçeya Rezana Amedê hat definkirin. Malbatê piştî teşhîsa li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazîyaşargîla Amedê cenaze wergirt û bir li Goristana Yenîkoyê binax kir.    POLÎSAN GORISTANÊ DORPÊÇ KIR    Polîsan dema merasîm pêk dihat goristanê dorpêç kirin û destûr neda Wekîla HDP’a Amedê Remziye Tosun, rêveberên HDP û DBP’ê yên Amedê, aktîvîstên TJA’yê beşdarî merasîma definkirina cenaze bibin. Parlamenter Tosun xwest bi israr biçe tevlî merasîmê bibe lê bes polîsan dîsa destûr neda û di navbera wan de gengeşe qewimî. Polîsan ji bilî ferdên malbatê û mele nehişt tu kes bikeve baxçeyê goristanê. Her wiha balkêş bû ku li goristanê jî cot bi cot polîs hatin bicihkirin.    Piştî veşartina cenaze ferdên malbatê û welatî ji goristanê veqetiyan. Ji bo Çaglar dê 2 roj şûn ve li Antalya serdanên sersaxiyê bên qebûlkirin.    Li aliyê din hat zanîn ku endama HPG’ê Gonul Çelîk a ku bi Çaglar re jiyana xwe ji dest dabû dê li navenda Semsûrê îro bê veşartin.