Bombe bi maşîna polîsan de teqiya: 2 polîs birîndar bûn 2017-10-24 10:59:14 MÊRDÎN – Li navçeya Rişmilê ya Mêrdînê, li dijî maşîna polîsan a zirxî çalakiya bombeyî pêk hat. Di teqîna bombeyê de 2 polîs birîndar bûn.  Li navçeya Rişmilê ya Mêrdînê şevê din dema maşîna polîsan a zirxî li nava navçeyê digeriya bombe pêde teqiya. Di teqîna bombeyê de 2 polîsên di maşîna zirxî de bi giranî birîndar bûn. Polîsên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê. Piştî teqîna bombeyê li herêmê operasyon hat destpêkirin.