Aborînas Durmuş: McKinsey wateya aboriya li dijî civakê ye 2018-10-01 10:45:16 ENQERE - Aborînas Prof. Dr. Mustafa Durmuş, teslimkirina rêveberiya aborî ya destê şîrketa McKinsey nirxand û anî ziman ku şîrket di qada bac, perwerde, tenduristiyê de li dijî nirxên civakê ye û di rastiya xwe de bernameya IMF'ê dixin meriyetê.  Îktîdara AKP'ê bi armanca mudaxaleyî krîza aborî bikin Bernameya Aboriya Nû (YEP) aşkere kir. Diyar kirin ku bernameyê dixin venêrtina şîrketa McKinsey a DYA'yê. Têkildarî rewşa aborî û teslimkirina aboriyê ya destê McKinsey Prof. Dr. Mustafa Durmuş, nirxandrin kir. Durmuş, diyar kir ku bêyî IMF bernameya IMF'ê dixin meriyetê û wiha got: "Li vir ne tenê siyaset di kontrolê de ye. Li Tirkiye êdî aborî jî ji navendekê ve tê birêvebirin. Rêveberiya aboriyê bi temamî dixin bin konrola komek biçûk. Êdî tu fonsiyona meclîsê di qada aborî de jî tune ye. Piştî bi şîrketa McKinsey re peyman çêkirin milê oligarşik xistine meriyetê. Êdî ev rêveberiya oligarşî hem di milê siyasî de û hem jî di milê aborî de dê jiyana civakê bi rêve bibe. Îktîdarê bi peymana McKinsey xwest baweriyê bide sermayeya navdewletî. Deynê Tirkiye yê derve pir cîddî ye. Hem deynê wê zêde ye û hem nikare dîsa deyn bike. Êdî rûmeta Tirkiye ketiye bin piyan. Bi peymana McKinsey re êdî dixwazin bêjin 'Binerin em bi şîrketên mezin ên berdevkên finansal kapitalizmê re kar dikin. Ji me bawer bikin'"    HÊZÊN DERVE LI SER ÎKTÎDARÊ BI BANDOR IN   Durmuş, bal kişand ser peymana Tirkiye ku bi McKinsey re çê kiriye û wiha berdewam kir: "Sedema neyiniyên îktîdarê hêzên derve ne. Bandora hêzên derve ya li ser îktîdarê zêde ye. Hêzên derve pêşengiya aqil ji îktîdarê re dikin. McKinsey bavê aqilê îktîdara Tirkiye ye. Îktîdarê rêveberiya aboriyê û wezaret da destê hêzên derve. Ne tenê aborî, belgeyên veşarî yên dewletê jî dan derve. Piştî rêveberiya aboriyê xistin destê McKinsey, dê lêçûna ji bo perwerdehî, tenduristiyê û xizmetên civakî kêm bikin. Lê di lêçûna ewlehî, leşkerî de guhertinê çênakin."    BÊYÎ IMF BERNAMEYA IMF'Ê PÊK TÎNIN   Durmuş, destnîşan kirin ku dê bacan zêde bikin û bêtir bacê ji gel û civakê bistîne û wiha bi dawî kir: "Dê her tiştî bi destê McKinseyê bi IMF'ê bidin kirin. Di encamê de dê beyî IMF  bernameyên IMF'ê pêk bîne. Niha axftinên li dijî IMF'ê pêş dixin. Peymana bi IMF'ê re dê otoriteriya  siyasî xera bike. Dîsa IFM  garantî nade ku deyn bide Tirkiye. Ji ber ku Tirkiye bi gelek welatên ewropa re bi pirsgirêk e. Ji ber vê yekê bêyî IMF  wekî bernameya IMF'ê pêk tînin. Wekî ku mirov bêje Qeyûm tayînî aboriya Tirkiye kirine. Deyndarkirina dewleta derve tê wateya mêtîngeriya welatên derve ye. Duyûn-i Umûmiye jî Osmani kiribû welatekî nîv mêtîngeh.      MA / Selman Guzelyuz