Meha Cotmehê bi zema Xaza Xwezayî dest pê kir 2018-10-01 09:09:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Meha Cotmehê bi zema Xaza Xwezayî û zema ceyranê dest pê kir. BOTAŞ'ê û EPDK'ê daxuyanî dan û diyar kirin ku xaza xwezayî û ceyran di meha cotmehê de zem bûye    Şîrketa Anonîm a Veguhestina Petrola bi Xetên Boriyê (BOTAŞ), der barê zema Xaza xwezayî daxuyanî da û diyar kir ku xaz zem bûye. BOTAŞ'ê da zanîn ku ji îro û şûnde xaza xwezayî ya malan ji sedî 9, û xaza sanayîyeyê ji sedî 18,5 zem bûye. BOTAŞ'ê di mela îlonê de jî xaza xwezayî ma malan ji sedî 9 û xaza xwezayî ya sanayiyê ji sedî 14  zem kiribû.    CEYRAN JÎ ZEM BÛ    Saziya Sererastkirina Enerjiya Piyasê (EPDK) jî ceyran zem kir. EPDK'ê diyar kir ku ji îro û şûnde ceyrana malan ji sedî 9; û ceyrana qadên bazirganî û tesîsên sanayiyê ji sedî 18 zem bûye.