Bi hinceta lêpirsîna ewlekariyê 2 sal in nayê tayînkirin 2018-10-01 09:06:03 STENBOL - Berfîn Aslan a bi hinceta “Lêpirsîna ewlekariyê” nikare bikeve kar û 2 salin nayê tayînkirin, diyar kir ku ew naxwaze 10 sal şûn de tazmînatê bixin destê û got: “Ez dixwazim niha bixebitim û hilberînim.” Berfîn Asalan di sala 2016’an de beşdarî Ezmûna Bijare ya Personelê Cemawerî (KPSS) bû û bi girtina 92 puanan bû 5’emîn Tirkiyeyê. Aslan dûre li ser Navenda Bicihkirin û Pîvandinê (OSYM) serlêdan kir  di 7’ê Mijdara 2016’an de weke biyolog tayînê Nexweşxaneyan Tenduristiya Zarok û Jinan a Zeynep Kamil a Uskudarê hat kirin. Aslan di rêza 3’yemîn a kadroyên nexweşxanê de hat bicih kirin û ji bo dîdarê bangê wê hat kirin. Ligel ku wê demê bavê Aslan jiyana xwe ji dest da jî, dîsan çû hevbîniyê. Di hevbîniyê de pirsên weke “Hûn derbarê 15’ê Tîrmehê de çi difikirin? Tu yê hewldana darbeye çawan ji xwendekarên xwe re vebêjî? Tu yê ji kesên di hewldana darbeyê de jiyana xwe ji dest dayîn rebê jî şehîd? Tu yê ji kesên beşdarî Parka Geziyê re bûn bêjî xayîn? Ger mamoste pere bigirin, ev pîroze? Îdolu te kiye? Tu dikevî kîjan sîteyên înternetan? Tu kîjan pirtûkê dixwînî? Dema tu xwendekar bûyî di kîjan malê de mayî? Dayîk, bav, bira û xwişkên te çi karî dikin?” ji Aslan dikin.    Aslan diyar kir ku tu eleqeya van pirsan bi mamostatiyê re tunebûn û piştî hevbîniyê puanên di KPSS’ê de girtin daxwazin 52’yan. Aslan, da zanîn ku piştî hevbîniyê teblîgat ji werê şandin û bêyî ku tu sedeman nîşan bidin, negirtin kar.    Aslan, anî ziman ku bi vî awayî serî li gelek cihan da lê bi hinceta “Lêpirsîna ewlekariyê” hatin red kirin û wiha axivî: “Di nava du salên dawî de min pir zorî û zehmetî dîtin. Rewşa min qet ne başe. Ez vê weke tundiya derûniî dinirxînim. Di hevbîniyan de zext li min kirin. Ez pir xemgînim.  Ji bo bîxwînim min gelek bedel dan. Keda min a 20 salan tune kirin. Ev du salin bi hinceta lêpirsîna ewlekariyê tayîna min dernakevê. Tu sûcê min tuneye. Ev bêmafiye.”    ‘BI DARBEYA 2016’AN KEDA ME JI DESTÊN ME GIRTIN’   Aslan, da zanîn ku ger ew di darbeya 60’an de bûna dê bavê wan bidarve bikiran û wiha bilêv kir: “Ger em di darbeya 70’yan de bûna, emê bibûna qûbanê kiryar ne diyar. Ger em di darbeya 80’iyan de bûna dê li zinda Amedê me bi îşkenceyê kuştibana. Lê me niha di darbeya 2016’an dene û keda me ji destên me digirin. Me bi bîrçîbûnê terbiye dikin. Ez mafdarim. Ji bo ku mafdarin 10 salên din jî derbas bibin, ezê dîsan mafdar bim. Lê ez naxwazim 10 sal şûn de tazmînatê bixin destê min. Ez niha dixwazim bixebitim û hilberînim.”   MA / Servet Karaduman