Dengdana Herêma Kurdistana Federe bi dawî bû: Tevlîbûn kêm bû 2018-09-30 18:50:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Dengdana hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistana Federe bi dawî bû. Li tevahiya  herêmê tevlîbûn kêm bû û li bendêye dinava 72 saetan de encamên fermî yê hilbijartinê bên eşkere kirin.    Dendgana li Başûrê Kurdistana Federe ya ji bo hilbijartina serdema 5'emîn a parlamentoyê ku saet 08.00’an dest pê kir, bi dawî bû. Li tevahiya  herêmê tevlîbûn kêm bû û li bendêye dinava 72 saetan de encamên fermî yê hilbijartinê ji raya giştî re bên eşkere kirin.    Li gorî saet 15.00’an rêjeya tevlêbûnê ya li hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê 22.96 ji 100’î bû.   Heta saet 15.00’an li gorî bajaran rêjeya tevlêbûnê:   Hewlêr: ji sedî 35    Duhok: ji sedî 41    Halebçe: ji sedî 39    Li Silêmanî rêjeya denganê ji hêla Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Herêma Kurdistana Federe ve nehate rojanekirin.   Li gorî hejmarên ne fermî heta saet 12.00’an rêjeya tevlibûna hilbijartinê ji sedî 17 bû.