ÎHD ji Osman Kavala re azadî xwest 2018-09-30 14:19:51   STENBOL - Sekretera Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Leman Yurtsever ji bo parazvanê mafê mirovan Osman Kavala  ku 9 mehin girtî ye azadî xwest. Yurtsever, anî ziman ku Kavala neheq girtî ye û xwest demildest Kaval bê berdan.    Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo karsaz û parazvanê mafên mirovan Osman Kavala yê di 1'ê Mijdara 2017'an de hat girtin û 9 mehin girtî ye, bê berdan, li pêş Girtîgeha Sîlîvrî daxuyaniya çapemeniyê da. Komê li ber girtîgehe pankarta “Ji Osman Kavala re azadî" vekirin û dirûşmeyên “Mirov bi mafê xwe mirov e" û “Bila Osman Kavala bê berdan" berz kirin. Li ser navê komê  Sekretera Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Leman Yurtsever daxuyanî xwend û xwest Osman Kavala azad bibe. Yurtsever anî ziman ku Kavala neheq girtî ye û xwest demildest Kaval bê berdan. Yurtsever, da zanîn ku nêzî salekê ye Osman Kavala neheq girtî ye û xwest bê berdan. Yurtsever, destnîşan kir ku hêj îdîanameya der barê Kavala de nehatiye amadekirin û Kavala bi awayekî keyfî girtî ye. Yurtsever wiha got: “Kavala, dostê parazvanên mafê mirovan e. Rewşenbirekî ku her dem bi piştgiriya maddî û manevî derdikeve pêş. Her dem li dijî binpêkirina mafên mirovan helwesta xwe nîşan daye. Ji ber ku Kavala azadî xwest hat girtin. Tirkiye hiqûqa navneteweyî binpê kiriye û Kavala girtiye. Em dixwazin bi lez Kavala serbest bê berdan. Em wî li derve dipên.    Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.