Qeyûmê Qoserê navê 3 taxên kurdî kirin tirkî 2018-09-30 12:15:31   MÊRDÎN -  Qeyûmê Qoserê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê navê 3 taxan ên ku bikurdî, guhertin û navê wan kirin tirkî.    Qeyûmên ku tayînî Şaredariyên DBP’ê hatin kirin, yek bi yek navê cih û waran diguherîne. Heta niha gelek sazî û dezgehên ku şaredariyên DBP'ê vekiribûn girtin. Navê gelek par, komele û taxan guhert. Dibistanên kurdî yên hatin vekirin girtin. Li Bazîdê Peykerê Ehmedê Xanî, li Amedê Peykerê Roboskê, li Qoserê Peykerê Ugur Kaymaz, li navçeya Şaredarîya Yenîşehirê ya Amedê li Parka Merwanî nexş û nimûşên(motîfên) tarîxa Merwanî li ser dîwar, rakir. Li Nisêbînê peykerê Newrozê rakir.  Li Îdirê, qeyûm peykerê Aştî û Biratiyê ku jineke kurd û yek azerî dest dabûn destê hevdu rûxand. Qeyûm li Cizîrê peykerê siyasetmedarê kurd Orhan Dogan rakir. Peykerê parlementerê DEP'ê Orhan Dogan û Kuleya Seatê yên sala 2011'an de ji aliyê Şarederiya DBP'ê ve hatibû çêkirin bi biryara qeyûm Adanûr hat xirakirin. Di sala 2011'an de peykerê Dogan Cizîriyan bi coşek mezin çikandibû.    Dema şaredarî di destê DBP'ê debû û xelk dihat serdana avahiya şaredariya bajarê mezin ê Amedê peykerekî reş ê mezin ê Lammasu – xwedawendekî kevin ê Asûrî ku serê wî yê mirovekî ye û laşê wê gayekî û baskên wî hene - silav li wan dikir. Piştî qeyûm tayînî şaredariya Bajare Mezin a Amedê kir peyekrê Lammasu jî rakirin.    HERÎ DAWÎ NAVÊ 3 TAXÊN QOSERÊ GUHERTIN   Disa li gelek bajar û navçeyan navê park û kolanan ên ku Şaredariyên DBP'ê li ser daxwaza gel danîbû guhert. Herî dawî li Qoserê navê 3 taxên din guher. Qeyûm Ahmet Odabaşi navê 3 taxên Qoserê yên bi kurdî guhetin û li şûna wan yên bi tirkî bi cih kirin. Qeyûm navê taxa Berçem  kir Şahkulubey, navê taxa Aştî  kir Yenîkent û navê taxa Medya guher tû kir Selahattîn Eyyubî.